Mezlûm Ebdî: Em ê hemû herêmên dagirkirî rizgar bikin 2022-05-10 15:41:24   NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mezlûm Ebdî bi lêv kir ku tevî xelkê li herêmên dagirkirî dijîn, dê Efrîn û herêmên din rizgar bikin.   Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî bi rêya Zoom’ê tev li Komxebata Diyalogê ya Navneteweyî ku bi dirûşmeya “Efrîn di navbera dagirkeriya tirk û berjewendiyên navneteweyî de ye” li Kampa Berxwedan a li navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê tê lidarxistin bû.    Ebdî, di destpêka axaftina xwe de behsa siyaseta dewleta tirk a li Sûriyeyê û ya li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û got: “Dewleta tirk bi êrişên xwe li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ne tenê tunekirina HSD’ê -ku bi komên terorîst bi nav dike- armanc dike, lê belê armanc dike ku herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike, demografiya herêmê biguherîne, dîroka gelên herêmê tune bike û gelê wê qir bike.”   'DIVÊ GELÊ SÛRIYEYÊ BERTEK NÎŞANÎ DAGIRKERIYA TIRKIYEYÊ BIDE'   Ebdî, da zanîn ku divê gelê Sûriyeyê li dijî dagirkeriya tirk helwesteke hişk nîşan bide û wiha domand: “Kiryarên dewleta tirk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên dagirkirî, ne rewa û ne hiqûqî ne. Ev kiryar û binpêkirinên ku dikevin asta destdirêjî, zêdegavî û sûcên şer, divê neyên rewakirin. Divê gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhate û etnîkên xwe li hember van sûcan bêdeng nemînin.”   BANG LI RÛSYA Û AMERIKAYÊ KIR   Ebdî, bang li Rûsya û Amerîkayê kir ku helwesteke zelal li dijî siyaseta dewleta tirk nîşan bidin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê Rûsya û Amerîka bi rola xwe rabin û li dijî siyaseta dagirkirinê ya dewleta tirk helwesteke zelal nîşan bidin.” Ebdî, diyar kir ku HSD li dijî dagirkeriya tirk disekine û wiha pê de çû: “Em ê her tim li dijî vê siyasetê bisekinin. Em ê planên dagirkeriyê têk bibin. Dewleta tirk ji dema destwerdana Sûriyê kiriye û heta niha dixwaze planên xwe bi encam bike. Lê belê berxwedana gelê me li dijî dagirkeran, encamên ku li xweşiya dewleta Tirk nayên bi xwe re anîn. Em ê di aliyên dîplomatîk, siyasî û leşkerî de kar bikin da ku planên dewleta Tirk vala derxin.”   DAGIRKIRINA EFRÎNÊ   Ebdî berxwedana koçberên Efrînê yên li kantona Şehbayê silav kir û got: “Şêniyên Efrînê ji beriya 4 salan ve li hember planên dagirkeriyê li ber xwe didin. Divê berxwedana xwe dewam û mezin bikin. Dagirkirina Efrînê komployeke navneteweyî bû. Em ê tevî şêniyên li herêmên dagikirî dijîn, Efrîn û herêmên din rizgar bikin. Sedemên derengmayîna rizgarkirina Efrînê hene, em hewl didin wan derbas bikin. Ji bo rizgarkirina Efrînê xebatên cidî pêwîst dike.”   Mezlûm Ebdî bang li gelê Kurd û hemû hêzên siyasî kir ku helwesteke hevpar nîşan bidin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Divê gelê kurd xwedî helwesteke hevpar be. Divê hemû hêzên siyasî yên kurdî bibin xwedî yek helwest. Divê helwesta hêzên siyasî yên kurdî û gel yek be.”