Li Îzmîrê di Nobeta Edaletê de banga hestiyariyê hate kirin 2022-05-10 16:18:05   ÎZMÎR - Hevserokê HDP’a Karşiyakayê ku di Nobeta Edaletê de axivî, ji bo berdana girtiyên nexweş banga lezgîn kir.    Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin li pêş Baroya Îzmîrê dane destpêkirin di roja 58’emîn de ye. Rêxistin Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Karşiyakayê serdana malbatan kir.    Hevserokê HDP’a Karşiyakayê Menfî Yilmaz bi lêv kir ku li girtîgehan binpêkirinên mafan ên digihin asta sûcê mirovahiyê tên jiyîn û anî ziman ku jib o çalakiya malbatên girtiyan zêdetir bi bandor bibe divê piştgiriya wê bê kirin. Yilmaz, ê bang li hemû welatiyên li Egeyê dijîn kir, wiha axivî: “Ji bo ku pêşî li zextên li girtîgehan û girtinên bêhiqûqî bê girtin, divê li dijî derkevin. Heke em bêjin em xwişk û bira ne divê em vê yekê li her derê bibêjin. Dibe ku sibê dor were wan jî. Kesên xwedî wijdan divê di vê mijarê de bihestiyar bin.”   ‘DIVÊ TECRÎD BÊ BIDAWÎKIRIN’   Yilmaz, destnîşan kir ku Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê di bin şertên giran de tê ragirtin û wiha got: “Ew rêberê gelekî ye. Nêzîkatiya rêberê gelekî çi be ya li dijî me jî eynî ye. Em tecrîdkirina di bin şertên giran de qebûl nakin. Divê tecrîd bi dawî bibe û ji bo berdana girtiyên nexweş bi lez bikevin nava liv û tevgerê.”