'AKP bi polîtîkaya xwe ya girtîgehê sûc dike' 2022-05-11 09:04:39   WAN - Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Wanê Nedîm Sarisaç, diyar kir ku AKP'ê bi polîtîkaya ku li girtîgehan dimeşîne Destûra Bingehîn bin pê dike û got: "Divê her kes vê rewşê baş bibîne û tiştên tên ferzkirin qebûl neke."   Li girtîgehan, di serî de zext û îşkence binpêkirinen mafan û mehmeleya xerab ji rojevê nakevin. Li gorî daneyên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), 605 jê giran herî kêm hezar û 604 girtiyên nexweş hene. Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Wanê Nedîm Sarisaç, derbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan de axivî û diyar kir ku desthilata AKP'ê bi pêkanînên ku li girtîgehan kiriye dewrê hewl dide emrê xwe dirêj bike.    'MAFÊ JIYANÊ TÊ XESPKIRIN'   Sarisaç, bi lêv kir ku mafê jiyanê yê girtiyan ji destê wan atiye girtin û wiha got: "Ne tenê li girtîgehên Kurdistanê li girtîgehên Tirkiyeyê jî bi hezaran binpêkirinên mafan hene. Li girtîgehan gelek mirinên biguman pêk tên. Ev mirinên li girtîgeha mînakên herî şênber ên zilma rêveberiyên girtîgehan û saziyen girêdayî desthilatê ne. Girtî li dijî van pêkanînan berxwedaneke mezin nîşan didin û têdikoşin. Desthilata ku dixwaze vê têkoşînê tune bike pêkanînên xwe yên antîdemokratîk didomîne. Berxwedana li girtîgehan hêz dide derve. Ji bo ku pêşî li vê bigire desthilata AKP'ê hemû derfetên dewletê seferber dike."   BINPÊKIRINÊN MAFAN   Di berdewamê de Sarisaç, destnîşan kir ku li girtîgehên Wanê û bajarên derdorê bi sedan binpêkirinên mafan pêk tên û ev tişt gotin: "Meha borî li girtîgeha Tîpa L a Panosê li girtiyan dabûn. Ji van girtiyan ser û milê Bîlal Babahan şikiyabû. Bi deqeyan li her du girtiyên din dabûn. Li gel vê jimartina li ser linga li girtiyan tê ferzkirin, ava ne paqij ber didin, bi hinceta pandemiyê werzîş tê qedexeklirin, cezayên hucreyê li girtiyan tê birîn, mafê suhbetê tê astengkirin, kovar û rojnameyên kurdî nadin girtiyan û tiştên li qantînê gelek biha didin girtiyan. Ev hemû pirsgirêk didomin. Desthilata AKP'ê sûc dike û divê dawî li vê bîne. Cihê pêkanînên AKP'ê ne di hiqûqa navxweyî ne jî di hiqûqa navneteweyî de heye. Ev hemû ji bo tepisandina muxalefeta civakî û mayîndebûna desthilatê tê kirin. AKP dixwaze bi binpêkirina Destûra Bingehîn desthilata xwe mayînde bike. Divê herkes vê rewşê baş bibîne û tiştên tên ferzkirin qebûl neke."