Çawişê faîlê destdirêjiyê bi hinceta 'razîbûnê' beraet kir 2022-05-11 09:06:12 MÊRDÎN - Di hinceta biryara beraetê ya çawişê pispor Omer Ayas ku 6 mehan dest dirêjî jinekê kiribû de hat diyarkirin ku ji bersûc tê bawerkirin û daxuyaniyên jina ku dest dirêjî wê hatibû kirin jî 'razber' hatin dîtin.    Li Mêrdînê, çawişê pispor Omer Ayas, ji meha kanûnê ya 2018'an heta meha hezîranê ya 2019'an bi gefxwarinê bi awayekî sîstematîk dest dirêjî jineke 19 salî kiribû. Ji ber vê destdirêjiyê, li 1'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê doz li çawişê pipsor Ayas hatibû vekirin û derbarê wî de biryara beraetê hatibû dayîn. Dadgehê, hinceta biryara xwe aşkera kir.    FAÎLÊ DESTDIRÊJIYÊ KIRINE ŞAHID   Di biryarê de hat diyarkirin ku yek ji şahidên lê hatiye guhdarîkirin Mûhammed Toprak. Jina ku dest dirêjî wê hatibû kirin, li ser Toprak jî îfade dabû û gotibû ku dest dirêjî wê kiriye. Ji ber vê doz li Toprak hatibû vekirin. Dadgehê jî di biryara xwe de destnîşan kir ku darizandina Toprak li 4'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê didome.    DAXUYANIYÊN MECDÛR 'RAZBER' HATIN DÎTIN   Her wiha di hinceta biryarê de hat destnîşankirin ku heyeta dadgehê ji parastina bersûc Ayas a "razîbûnê" bawer kiriye û daxuyaniyên jina ku dest dirêjî wê hatiye kirin jî 'razber' dîtiye.