Çawişên pispor dertên destûrê û careke din venagerin 2022-05-11 09:08:59   NAVENDA NÛÇEYAN - Cerdevanên tev li êrişên Tirkiyeyê yên ser başûrê Kurdistanê dibin, diyar kirin ku windahiyên leşkeran tên veşartin, çawişên pispor dertên destûrê û careke din venagerin.   Êrîşa ku Tirkiyeyê di 17'ê nîsanê de bi hevkariya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Kurdistanê da destpêkirin, ji bo Artêşa Tirk veguheriya sendromê. Tirkiye li ser sînor bi pêş ve naçe û ji ber vê li herêmê krîz heye. Cerdevanên ku tev li êrişê dibin, diyar kirin ku li Zapê şerekî dijwar diqewime û gelek leşker di şer de tên kuştin û mirina wan ji raya giştî tê veşartin.    CERDEVANAN BI DORÊ DIBIN ÊRIŞÊ!   Cerdevanan, destnîşan kir ku ji 23'ê nîsanê ve li navenda Şirnexê û navçeyên wê Qileban, Elkê, Siloiya, Cizîr, Hezex û Basayê nêzî 10 hezar cerdevan bi dorê tev li êrişê hatine kirin. Cerdevanan, agahî da ku rojek beriya biçin êrişê derbarê tevlîbûna xwe de tên agahdarkirin û wan bi traktoran dibin ser xeta sînor. Cerdanan, da zanîn ku li ser xeta sînor çawişên pispor wan didine pêş û bi wan lêgerîna arazî pêk tînin û ji ber vê timik di navbera wan de nîqaş derdikevin.    DIÇIN Û VENAGERIN   Cerdevanan, bi lêv kir ku ji ber şerê dijwar derûniya çawişên pispor xera bûye û weke çareserî dertên destûrê û careke din venagerin û îstifa dikin.