Hevşaredarên Sêrtê derdikevin pêşberî dadger 2022-05-11 09:35:05   SÊRT - Danişîna ewil a Hevşaredarên Sêrt, Hawêl û Misircê ku şûna wan qeyûm hat tayînkirin wê sibê li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê were dîtin.    Hevşaredara Sêrtê Berîvan Helen Işik, Hevşaredarên Hawêlê Ramazan Sarsilmaz û Ozden Gulmez û Hevşaredarê Misircê Baran Akgul ên ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatibûn hilbijartin, piştî di 15’ê Gulana 2020’an de hatibûn binçavkirin ji peywîrê hatibûn girtin û şûna wan qeyûm hate tayînkirin. Hevşaredar bi şertê “hefsa malê” hatin berdan. Di pêvajoya derbasbûyî de 7 dozgerên dosyayê hatin guhertin. Dozgerê ku li dosyaya herî dawî dinêre derbarê hevşaredaran de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” îdîaname amade kir. Di îdianameya ji 120 rûpelan pêk tê de pergala hevserokatiyê, parvekirinên medya dîjîtal, wergirtina karkeran, bikaranîna malên şînê, daxuyaniyên çapemeniyê yên di gelek dadgehan de weke sûc nehatin hesibandin, kirin mijara sûc. Her wiha di îdianameyê de beşa “Hevşaredaran” a di peyamên cejnan de di bîlboardan ve hatin daliqandin jî weke delîlê sûc hatin hesibandin.    ‘VÎNA KU HATIYE XESPKIRIN TÊ DARIZANDIN’   Danişîna ewil a têkildarî îdianameya hatiye amadekirin, wê sibê li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê bê dîtin. Hevşaredara Sêrtê Berîvan Helen Işik a qeyûm tayînî şûna wê hate kirin û ji peywîrê girtin beriya danişînê nirxandin kirin. Işik, bi lêv kir ku tenê ji bo qeyûm were tayînkirin bi dosyayeke hatiye tejîkirin re rûbirû ne û wiha got: “Hema bêje hemû xebatên şaredariyê weke sûc xistine nava dosyayê. Yek ji van jî wergirtina kar e. Ji bo 204 kesên qeyda wan sîcîla edlî hatiye wergirtin û bi kaxiza temîzê ketine kar em sûcdar kirine. Ji wan 175 hêj li ser karê xwe ne. An ku derbarê kesên tên îdiakirin ku têkiliya wan rêxistinê re hene de ne biryareke dadgehê ne jî biryareke dozgeriyê heye. Dîsa Hevşaredarî weke delîlê sûc danîne pêşiya me. Li Tirkiyeye partiyeke siyasî ku pergala hevserokatiyê bi awayekî qanûnî bi kartîne heye, hevserokatî çawa dibe sûc? Biryareke ku li dijî hevşaredariyê hatiye dayîn jî nîne. An ku vîna hatiye xespkirin tê darizandin.”   ‘BÊHIQÛQÎ KIRIN Û QEYÛM TAYÎN KIRIN’   Hevşaredarê Misircê Baran Akgul ku qeyûm tayînî şûna wî hate kirin û ji peywîrê hate dûrxistin jî diyar kir ku kesên tehamulî vîna gel nekirin, bi awayekî bêhiqûqî qeyûm tayînî şaredariyê kirin û bi lêv kir ku bêhiqûqiya heyî bi hefsa malê ya nêzî 2 salan û îdîanameya derbarê wan de hatiye amadekirin berdewam dike. Akgul, bi bîr xist ku bêbextiya ku di dema binçavkirinê de medyaya desthilatê servîs kir a weke “Di ajandaya li mala wî hate girtin de fermana bombe çêkirinê derket” di îdîanameyê de cih negirtiye û wiha got: “Tiştên di îdianameyê de cih girtin parvekirinên medya dîjîtal û sûcdariyên hevserokatiyê ne. Armanç tayînkirina qeyûm a li ser vîna gel bû û her cure bêhiqûqî kirin û qeyûm tayin kirin.”