Ji ber ku 'derneket lijneyê' 4 caran înfaza wî hat şewitandin 2022-05-11 10:31:15   AMED - Înfaza Haşîm Kaya ku li Girtîgeha Hejmara 1 a Ewlehiya Bilind a Amedê tê girtin, bi hinceta ku "derneket lijneyê" cara 4'emîn hat şewitandin.   Haşîm Kaya, di 25'ê tîrmeha 2015'an îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin û piştî darizandinê 9 sal ceza lê hat birîn. Kaya ku li Girtîgeha Hejmara 1 a Ewlehiya Bilind a Amedê tê girtin, cara 4'emîn bi şewitandina înfazê re rû bi rû ma. Sedema vê rewşê jî weke "Rêziknameya Çavdêrî û Dabeşkirin û Nirxandina Hikumxwaran" û biryara Lijneya Îdarê û Çavdêriyê (ÎKG) hat nîşandan. Lijneyê, di biryara xwe ya dawîn a derbarê Kaya de îdia kir ku Kaya "derneketiye lijneyê" û ji ber vê yekê "Halê wî yê baş tuneye" û berdana wî asteng kir. Bi vê biryarê ji 23 Nîsana 2021'an heta niha bû cara 4'an ku mafê tehliyekirinê yê Kaya tê astengkirin.   Parêzerê Kaya li dijî vê biryarê serî li Dadgeriya Înfazê ya Girtîgehê da.    BIRYARÊN 'ECÊB'   Înfaza Kaya beriya niha bi  hinceta "halê wî yê baş nîn e" 3 caran hatibû şewitandin. ÎGK'ê rapora xwe rojek pêşiya tehliyekirina Kaya amade kiribû û cih dabû nirxandina Serwîsa Derûnî-Civakî. Di vê nirxandinê de serwîs, dertnîşan dike ku Kaya di têkiliyên malbatê de erênî û ji bo bandorbûna derdorên xwe re vekiriye. Her wiha derbarê Kaya de nirxandinên mîna "di plansaziya raketin û bi cihbûnê de pirsgirêk najî", "ji bo paqijiya xwe ya kesane û derdorê baldar e", "ji bo bikaranîna ceyranê jî bi teserûf tevdigere" û "ji bo tendûristiya xwe jî baldar e" hatibûn kirin.    Tehliyekirina Kaya, bi nakokiyên nirxandinên yekîneyên din ên girtîgehê tê astengkirin. Di nav hincetên astengkirinên tahlîyekirina Kaya de axaftineke wî ya bi telefonê "Ev kafiran piştre hin tiştan derdixin, cezayê te diqede lê te bernadin" ya bi malbata wî re ye. Derbarê Kaya de piştî van raporan du raporên din jî hatine amadekirin û hincetên cuda di van raporan de cih girtine. Di van raporan de nameyeke ku Kaya ji hevalekî xwe re şandiye jî weke "karbeşiya rêxistinî" hatiye nîşandan û mafên wî yên qanûnî hatine astengkirin.     MA / Mehmet Guleş