Li ser rêya Elkê û Colemêrgê qeza pêk hat: 2 kes mirin 5 kes birîndar bûn 2022-05-11 11:24:53   ŞIRNEX - Di qezaya li ser rêya Elkê û Colemêrgê pêk hatî de yek jê polîs 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.    Li ser rêya Elkê û Colemêrgê duh minîbusek û otomobîlekê li hev dan û qeza pêk hat. Minîbusa bi pîleqeya 30 AE 320 ku ber bi Elkê ve diçû û otomobîla bi pîleqeya 73 ALL 111 ku ajokarê wê polîs bû, li hev dan. Di encama qezayê de 7 kes birîndar bûn. Bi ambûlansên hatin cihê bûyerê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê.    Ji birîndaran polîsê bi navê Abdûlkadîr Kiliç û Kemal Aslan ê di mîbîbusê de bû, jiyana xwe ji dest dan. Tedawiya 5 kesên ku birîndar bûn jî didome.