Keça girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan: Rewşa bavê min xirabtir bûye 2022-05-12 09:08:10 AMED - Semra Ozkan keça Memet Emîn Ozkan, diyar kir ku tenduristiya bavê wê her ku diçe xirabtir dibe û di 2 hefteyan de 2 caran ew rakirine nexweşxaneyê.  Mehmet Emîn Ozkan ku di sala 1996'an de bi îfadeya du îtirafkaran li Mêrsînê hatiye binçavkirin û paşê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatiye girtin û cezayê muebedê lê hatiye birîn, 26 sal in girtiye. Girtiyê nexweş ê rewşa wî giran Ozkan, heya niha di girtîgehê de 5 caran qeyrana dil derbas kiriye û nenxweşînên wekî tansiyon, guatr a bijehr, nexweşîna hestiyan, giranbûna guh û qelsbûna çavan û hwd. peyda bûne. Ozkan ku nikare bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne, kurê wî Ahmet Ozkan ê di qawîşa wî de alîkariya wî dike.    Semra Ozkan ku du roj berê çûye girtîgehê cem bavê xwe, anî ziman ku di 2 hefteyên dawî de 2 caran bavê wê rakirine nexweşxaneyê û dermanên wî ahtine guherandin.    REWŞA WÎ NEBAŞ E   Ozkan, bilêv kir ku bavê wê bi sendeliya biteker anîne cihê hevdîtinê û li odeya hevdîtinê bi bi alîkariya kurê xwe Ahmet Ozkan rûniştiye û got: "Bavê min tim bêhereket e. Wî li me, me jî li wî mêze kir. Her diçe dihele. Birayê min her şev li ber serê bavê min nobedê digire. Ez dikarim bibêjim ev rojên dawî yên bavê min in."    Keç Ozkan, bibîr xist ku Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê 7 sal berê rapora "nikare di girtîgehê de bimîne" daye bavê wê, lê belê dîsa nehatiye berdan. Ozkan, destnîşan kir ku ji sedî 87'ê fonsksiyonên laşê bavê wî betal bûne, lê Saziya Tiba Edlî dîsa jî rapora "dikare di girtîgehê de bimîen" daye bavê wê.