Armanca kampanyaya 'Bila PKK ji lîsteya rêxistinên qedexe bê derxistin' 150 hezar îmze ne 2022-05-12 09:09:27 STENBOL - Berdevka TJA'yê Rabîa Baldemîr, anî ziman ku armanca kampanayaya ji bo PKK ji "lîsteya rêxistinên qedexe" bê derxistin hatiye destpêkirin 150 hezar îmze ye û got: "Bi rakirina qedexeyan re li Tirkiyeyê dê çareserkirina meseleya kurdî û gelek meseleyên din hêsan bibe."  Bi bangawaziya Înîsyatîfa Edalet Ji Bo Kurdan a Navneteweyî, di Kanûna 2021'ê de li 30 welatî hezar û 3 kesên li qada navneteweyî tên nas kirin li hev kom bûn û kampanyaya "Bila PKK ji lîsteya rêxistinên qedexe bê derxistin" dan destpêkirin. Kampanya her çû li Ewrpa, DYA, Qanada û Awistiralyayê berbelav bû. Kampanyaya îmzeyê ya ku li Ewropayê bi pêşengiya saziyên kurd tê meşandin, her wiha bi piştgiriya jinan xurtir dibe.  ARMANC 150 HEZAR    Berdevka Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) Rabîa Baldemîr têkildarî kampanyayê de axivî. Baldemîr, destnîşan kir ku di vê kampanyayê de armanca wan 150 hezra îmze berhev bikin û heya niha li dor 70 hezarî îmze hatine berhevkirin. Baldemîr ji bo piştgiriya kampanyayê bê kirin bang li jinan kir û got: "Em bibin yek, em ê bi ser bikevin."    70 HEZAR ÎMZE BERHEV KIRINE   Baldemîr, ew jin ji bo kampanyaya "Bila PKK ji lîsteya rêxistinên qedexe bê derxistin" bi taybetî dixebitin. Baldemîr, bibîr xist ku kampanya di meha Kanûnê de dest pê kiriye û niha li Ewropa, Qanada, DYA û Awistiralya û gelek welatên didome. Baldemîr, anî ziman ku kampanya dê salekê bidome û niha li seranserê Ewropayê didome û jin gelekî piştgiriya wê dikin. Baldemîr wiha axivî: "Armanca me em 150 hezar îmzeyî berhev bikin. Hê em negihaştine vê armancê. Lê ez wisa bawer dikim heya dawiya salê em ê bigihên vê hejmarê û belkî bêtir jî çêbibe. Me xwe gihand gelek kesên navdar jî. Em diçin ku em PKK çi ye, çima 'di lîsteya qedexe' de ye û çima ji nava vê lîsteyê nayê derxistin em van tiştan hemûyan yeko yeko dibêjin. Yanî pêvajoyeke dûr û dirêj e. Me li gelek bajaran ji bo kampanyaya îmzeyan stand vedan. Em di çalakiyan de pêwendiyê bi her kesî re datînin û çalakiyên cur bi cur li dar dixin. Di heman demê de em serdana malan jî dikin. Kampanyaya me daye destpêkirin tenê ne ya herêmekê ye. Ji bo her kesî ye. Her kes Serokatî nas dike û haya her kesî ji polîtîkayn çewisîner ên Tirkiyeyê heye. Yanî gava em behsa kampanyayê dikin em zehmetiyê nakişînin."    PARADÎGMAYA JINÊ ESAS DIGIRE   Baldemîr, destnîşan kir ku ev kampanya ji bo wan jinan kampanyayeke pir girîng e û got: "Ji lew re PKK tevgereke ku wekhevî û azadiya jinan diparêze. Li seranserê cîhanê zayendparêzî, dînparêzî û faşîzm zêde dibe, lê tevgera PKK'ê bi israra paradîgmaya azadiya jinê diparêze û ji vê xeta xwe tawiz nade." Baldemîr, anî ziman ku pergaleke ku ev qas tiştî di xwe de dihewîne divê ne di "lîsteya qedexe" de be û got, divê qedexekirina vê tevgera ev qasî demokrastîk û li ser esasê jinan bê bikeve ber nîqaşê.    POLÎTÎKAYÊN BIŞAVTINÊ   Baldemîr, bilêv kir ku daxilkirina PKK'ê ya nava "lîsteya rêxistinên qedexe" û komploya navdewletî girêdayî hev in û wiha got: "Piştî komploya navdewletî bi sê salan PKK daxilî nava 'lîsteya qedexe' hat kirin. Li Almanyayê poster û wêneyên ocalan hatin qedexekirin. Komeleyên li wir bi êrişan re rû bi rû man, eynî wekî yên li Tirkiyeyê. Gava PKK'ê ji 'lîsteya rêxistinên qedexe' derxin dê PKK'ê û gelê kurd jî qebûl bikin. Derxistina ji lîsteya qedexe di heman demê de dê pêşî li ber rakirian tecrîda li ser Serokatî (Ocalan) û berdana wî veke. Ji lew re ev hemû girêdayî hev in. Gava qedexe bê rakirin em ê karibin di warê têkoşîna hiqûqî de jî bi ser biekvin. Di sala 2014'an de li Brukselê ji bo PKK ji 'Lîsteya qedexe' bê derxistin li hemberî dîwana edaletê doz hat vekirin. Ji bo vê lîsteyê delîlek tune bû û biryarên wan li hev dernektin. Û biryar dan ku heya 6 mehên din jî di lsîteyê de bimîne. Herî dawî di 2021'ê de biryarê xera kirin, ji lew re delîlekê nabînin. Lê dîsa jî bêhiqûqîtî didome. Dixwazin kurdan bê Serok bihêlin, PKK'yê biqedînin û ziman, çand û nasnameya kurdan bê parastin bihêlin. Dibêjin bila PKK tune be, lê kurd hebin, kurd hene, lê mafên wan tune ne. Me li dijî polîtîkayên bişavtinê û qirkirinê ev kampanya da destpêkirin."    Baldemîr, destnîşan kir ku dê ev kampanya bandorê li polîtîkayên tecrîdê yên Tirkiyeyê hî bike û wiha domand: "Li Tirkiyeyê di şexsê HDP'ê de gelê kurd û di heman demê de jin hedef têng irtin. Her kes dizane bê Denîz Poyraz bi destê kê çawa hatiye kuştin. Herî dawî jî kesekî kes nizane bê çi teba ye, gef li Parlementera HDP'ê Ayşe Acar Başarê xwar. Ev nêzîkatî nîşan dide ku bê tahdeya li hemberî dewletê bi dstê dewletê çawa tê rewakirin. Li Tirkiyeyê tahde her diçe zêdetir dibe. Jin tim hedef tên girtin. Li Tirkiyeyê jin tên qirkirin. Ger paradîgmayeke ku azadiya jinê pêk bîne ev girêdayî rakirina qedexeya li ser PKK'ê ye. Yanî dê bibe Tirkiyeyeke û rojhilateke Navîn ku jin bi rihetî karibin siyasetê bikin, mafên xw enîqaş bikin. Rakirina qedexeyê di heman demê de dê rê li ber demokratîkbûyîna Tirkiyeyê jî veke."    Baldemîr got: "Bi rakirina qedexeyan re li Tirkiyeyê dê çareserkirina meseleya kurdî û gelek meseleyên din hêsan bibe."    KAMPANYA DÊ BIDOME   Baldemîr, da zanîn ku gava îmzeyên ku wan wekî armanc danîne ber xwe berhev bikin vê carê dê pêvajoya hiqûqî dest pê bike û gotinên xwe wiha bi dawî kir: "Heya ji destê me bê divê em xwedî li kampanyayê derkevin. Kampanya ji bo ciwan û jinan girîng e. Divê em li her derî divêtiyê kampanyayê bilêv bikin. Divê em bilêv bikin bê ji bo me çi qasî girîng e. Lewma gava em bi hev re xwedî li vê kampanyayê derkevin wisa bawer dikim ku em ê bi ser bikevin."    MA / Esra Solîn Dal