Parêzerên Ocalan ji bo ‘qedexeyan’ serî li AYM’ê dan 2022-05-12 11:08:27 STENBOL - Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî biryarên qedexeyê yên ji bo miwekîlên wan Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatine dayîn, serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn dan.  Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û di bin tecrîdeke giran de ye. Ev nêzî saleke jî tu agahî ji Ocalan nayên girtin. Mafê hevdîtinê yê bi parêzer û malbatê re her tim bi hinceta cezayên disiplînê tê binpêkirin. Têkildarî van cezayên navborî, Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) dan. Di serlêdanê de bal kişandin ser rewşa agahînehgirtinê ya giran ku weke “incommunicado” tê pênasekirin û gotin ku rewşa agahînegirtinê cureyeke îşkenceyê ye. Parêzeran xwestin ku binpêkirina rêzgirtina li hemberî jiyana taybet û malbatî, mafê parastin û darizandina adilane û mafê serlêdana bibandor bên tespîtkirin.    Li dijî biryara qedexeya hevdîtina bi malbatan re ya ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş hatibû dayîn, parêzeran di 28’ê adarê de serî li Dadgeriya Înfazê ya Bursayê dan û xwestin ku ev biryar bê xerakirin. Dadgeriyê rojek piştre bersiv da parêzeran û diyar kir ku ji bo Ocalan û girtiyên din biryara qedexeya hevdîtina bi malbatê re ya 3 mehan hatiye dayîn û ev biryar jî di 21’ê sibatê de teqez bûye. Dadgeriyê ev biryara teqezbûyî weke hincet nîşan da û daxwaza parêzeran red kir.    Ji bo ku li dijî vê biryara teqezbûyî îtîrazeke bibandor bikin, parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji dadgeriyê mînaka biryara cezayê disiplînê û belgeyên ku ji biryarê re bûne hincet xwestin. Li gel ku ev yek mafê parêzeran bû jî, dadgeriyê ev daxwaz qebûl nekir û red kir.    DADGEHÊ JÎ HEMAN HELWEST NÎŞAN DA   Piştî ku dadgeriyê daxwaza mînaka biryara cezayê disiplînê, belgeyên din û daxwaza hevdîtina bi malbatan re red kirî, parêzeran bi van sedeman li Dadgeha Cezayên Giran a Bursayê îtîraz kirin: “Şert û mercên ku girtî li Îmraliyê tê de tên ragirtin, binpêkirina qedexeya îşkenceyê ye. Têkiliya wan a bi derve bi temamî hatiye qutkirin, ev demekî dirêje tu agahî jê nayên girtin, hevdîtina bi malbatan re bi awayekî derhiqûqî tê astengkirin, biryara qedexeyê bêbingehe û bi vê biryarê neheqî hatiye kirin. Li gel ku serlêdan bi rêk û pêk hatine kirin jî pêvajoya dayîna biryaran bi veşarî hatiye kirin.” Lê belê dadgehê hem îtîraza ji bo nedayîna dosya, biryar û delîlan û hem jî ya ji bo daxwaza hevdîtinên bi malbatan re red kir.    MA / Ergîn Çaglar