Zaravayê soranî jî li wergera Googleyê hat zêdekirin 2022-05-12 11:34:31 NAVENDA NÛÇEYAN - Di nava 24 zimanên Google de li serwîsa xwe ya wergerê zaravayê Kurdî Soranî jî zêde kir.  Google 24 zimanên din li serwîsa xwe ya wergerê zêde kir. Di nava van 24 zimanan de zaravayê soranî yê kurdî jî heye. Hejmara giştî ya zimanên ku niha ji bo xizmeta wergerê ya Google têne bikaranîn 133 ye.   Google diyar kir ku armanca wan a vê xebatê ew e ku mirovên ji çar aliyên cîhanê bikarin têkiliyê bi hev re daynin,  wan 24 zimanên din li sîstema xwe zêde kirine û destnîşan kir ku di demeke nêzîk de dê zaravayayê soranî ji bikarhêneran re çalak bike.   Zimanên hatine zêdekirin wiha ne: Esamîs, Eymara, Bambara, Bihucpurî, Dihîwhî, Dogirî, Îwî, Kiwaranî, Îlukanu, Kunkanî, Kirîw, Kurdî (Soranî, Lîngala, Luganda, Mayşilî, Manî Purî, Mîzu, Urumu, Quçwa, Saniskirêt, Spîdî, Tîgrînî, Tsonga û Tuyî.   Google ev 2 sal bûn li ser zaravayê soranî kar dikir, lê îro bi fermî ragihand ku li lîsteya wergerê zêde kiriye.