Li Cizîrê gelek kes hatin binçavkirin 2022-05-12 11:36:00   ŞIRNEX - Polîsan li taxa Yafesê ya navçeya Cizîrê bi ser gelek malan de girt û di serdegirtinan de gelek kes hatin binçavkirin.    Polîsan di saetên serê sibehê de li taxa Yafesê ya navçeya Cizîra Şirnexê bi ser gelek malan de girtin. Polîsan adeta taxê dorpêç kir û li cade û kolanan maşîneyên zirxî hatin bicihkirin. Li malan lêgerîn hatin kirin û kelûpelên malbatan hatin serûbinkirin. Di sergirtina malan de Zeynep Ecer, Çîmen Ecer, Azat Bayram, Sadik Bayar, Ferhat Sîrkecî, Sedîn Bozkurt, Saît Yaşar, Taybet Asîkar, Şukru Elçî hatin binçavkirin. Hat ragihandin dibe ku hejmara binçavkirinan zêdetir be.   Sedema binçavkirinê nehat zanîn û kesên binçavkirî birin Midûriyeta Polîsan a Şirnexê.