Dengbêj Xalîde bi îşkenceyê hat binçavkirin 2022-05-12 11:38:02 STENBOL - Polîsan li Stenbolê bi ser mala Dengbêj Xalîde de girt û bi îşkenceyê ew binçav kirin.  Polîsan vê sibehê bi ser mala Dengbêj Xalîde ya li semta Okmeydana Stenbolê ye de girtin. Denbêj Xalîde ya ku xebatên xwe hunerê di bin banê Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) dike de bi îşkenceyê hat binçavkirin.    Hat zanîn ku Xalide di çarçoveya lêpirsîna derbarê wê de hatiye destpêkirin de ji aliyê polîsên tîmên taybet e hatiye binçavkirin. Polîsên tîmên taybet û polîsên sivîl bi ser malê ve girtin e û lêdan e. Piştî lêgerîna li malê Xalîde kirin binçavan. Hat zanîn polîsan deriyê mala wê şikandine û ketine hundir.    POLÎS TEMBÛR ŞIKANDIN!    Hat ragihandin ku polîsan tembûra Xalîde jî şikandine û tevî lênûska wê ya notayan gelek pirtûk û kovarên li malê jî desteser kirine. Lêgerîna li malê du saet dewam kiriye û kelûpelên malê hatine serûbinkirin. Sedemê binçavkirina Xalîde nehat zanîn û ew birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê.    Li aliyê din tê gotin ku polîsan li Stenbolê avêtibe ser hin malên din jî.