Li Zapê helîkoptera Skorsky hat xistin 2022-05-12 11:50:10 NAVENDA NÛÇEYAN - Hat ragihandin ku di şerê li Zapê de helîkopterek Skorsky a aydê TSK’ê hat xistin.  Êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK’ê li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên bi ser axa Başûrê Kurdistanê ve bi dijwarî didomin. Şerê herî giran ango dijwar li Zapê diqewime. Di saetên duh êvarê de şer li Zapê dîsa dijwar bû. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF); helîkoptera bi tîpa Skorsky ya aydê Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) ku leşkeran dibir herêma Şehîd Şahîn a Zapê hat xistin.    Hat diyarkirin ku helîkopter li qada Kûnîşka ketiye xwarê.