Cenazeyê Mihanî yê ku bûbû qurbanê aşûtê hat veşartin 2022-05-12 13:36:59 COLEMÊRG -  Cenazeyê Barzan Mihanî yê ku 4 meh şûnde li Şemzînanê ji bin aşûtê hat derxistin li gundê Bawane yê bi ser Ûrmiyeyê ve hat veşartin.    Li herêma Binarê ya navçeya Şemzînana Colemêrgê di 19’yê çileya 2022’yan de kolber Esed Seydanîferd, Behlul Seydanîferd û Barzan Mihanî winda bûbûn. Cenazeyê Barzan Mihanî yê ji gundê Bawanê yê Mêrgeverê di 7’ê gulanê de ji aliyê şêniyên mezrika Gelêşmê ya gundê Garê ya navçeya Şemzînanê ve hatibû dîtin. Malbatê piştî karûbarên otopsiyê duh cenaze bir bajarê Ûrmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê.      Li Ûrmiyê jî karûbarên cenaze du rojan dewam kir. Cenazeyê Mihanî îro ji aliyê girseyek qelebalix ve li gundê Bawane ya bi ser Ûrmiyê ve hat veşartin.    LÊGERÎNA LI CENAZEYAN HAT RAWESTANDIN    Ji bo dîtina cenazeyê Essad Seydanîferd û Behlûl Seydanîferd jî li herêmê xebatên lêgerînê ku hatibûn destpêkirin, hat rawestandin.