Doza xebatkarê Azadiya Welat yê berê hat taloqkirin 2022-05-12 13:49:43   MÊRDÎN - Danişîna doza Çetîn Kûrşûn ê xebatkarê rojnameya Azadiya Welat a ku bi KHK'ê hatibû girtin, hat taloqkirin.    Çetîn Kûrşûn ê xebatkarê rojnameya Azadiya Welat ku bi KHK'ê di sala 2016'an de hatibû girtin bi îdiaya "avakarê malpera nûçeyan a Ciwannews'ê ye" û "propagandaya zincîrkirî a rêxistinê kiriye" doz hatibû vekirin. Doza ku 3 sal ceza ji Kûrşûn re dihat xwestin ji aliyê Dadgeha Îstinafê ya Dîlokê ve hatibû xerakirin. Piştî ku doz hat xerakirin Kûrşûn ji nû ve li Dadgeha Mêrdînê hat darizandin. Danişîna duyemîn a doza Kûrşûn li Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê ya 2'yemîn hat lidarxistin. Kûrşûn û parêzera xwe Şemsîxan Dîlek tev li danişînê bûn. Kûrşûn tawanbariyên li ser xwe red kir û parastina xwe ya berê dubare kir. Parêzer Şemsîxan Dîlek jî got miwekîlê wî sûc nekirye û xwest bê beraetkirin.    Dozger xwest kêmasiyên dosyeyê temam bibin û dadger jî ji bo kêmasî temam bibin danişînê taloqî 6'ê cotmehê kir.