Dadgeha Bilind cezayê Kaftancioglu erê kir 2022-05-12 15:57:05   ENQERE - Dadgeha Bilind cezayê li Seroka CHP’a Stenbolê Canan Kaftancioglu hatibû birîn, erê kir.    Seroka CHP’ê ya Bajarê Stenbolê Canan Kaftancioglu ji 3 dozan dihat darizandin, ceza lê hatibû birîn. Ev ceza ji aliyê Dadgeha Stenbolê ve li Kaftancioglu hatibû birîbû û cezayê wê ji bo erêkirinê şandibûn Dadgeha Bilind. 4 sal û 11 meh û 20 roj cezayê Kaftancioglu hatibû birîn îro ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat erêkirin û 2 dozên derbarê wê de jî hatin betalkirin. Her wiha Dadgeha Bilind ji bo Kaftancioglu biryara qedexeya siyasetê jî danî.