Dozgerê ku nikare şahid bibîne xwest rojnamevan bên cezakirin 2022-05-12 16:10:15   STENBOL - Dozgerê şahidê derbarê rojnamevan Sadik Topaloglu û Sadiye Eser de ifade dabû nabîne û nayine dozê, ji rojnamevan re cezayê hefsê xwest.    Danişîna 8’emîn a doza rojnamevan Sadik Topaloglu û Sadiye Eser ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tên darizandin, li Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê ya 22’yemîn hat lidarxistn. Eser û Topaloglu tev li danişînê nebûn. Parêzerên wan amade bûn. Her wiha Ozgur Baran ê ku îfade li ser her du rojnamevanan dabû jî enanîn danişînê.    Dozger xwest Eser û Topaloglu bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” bê cezakirin. Dozger şahidê ku nayîne danişînê û wî nabîne esas girt û ceza xwest. Dadger ji bo ku parêzer li dijî mutalaya dozger parastina xwe amade bikin danişînê taloqî 8’ê îlonê kir.