Di Doza Girtinê ya HDP'ê de rûdanek nû 2022-05-12 19:17:52 ENQERE - Delîlên ku vê dawiyê Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind ji bo dosyeya Doza Girtina HDP'ê şandine, ji aliyê Dadgeha Qanûna Bingehîn ve hatine qebûlkirin.    Di doza girtinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de geşedaneke nû rû da. Delîlên pêvekî yên ku Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind şandine, ji aliyê Desteya Giştî ya Dadgeha Qanûna Bingehîn ve hatine vekolandin.    Fezlekeya ji bo betalkirina parêzbendiya Parlementera HDP'ê ya Amedê Semra Guzelê jî di nav de delîlên pêvekî yên hatine şandin hatine qebûlkirin. Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM), di daxuyaniyê xwe de ragihandiye ku agahiyên derbarê hin kesên partiyê yên ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind ve hatine berhevkirin de divê ji partiyê re bêne şandin û ger di vî warî de beyanek wê hebe divê di nava 30 rojî de ragihîne.    RAYEDARÊN PARTIYÊ: TU TIŞT JI ME RE NEHATIYE ŞANDIN   Têkildarî mijarê me xwegihand rayedarên HDP'ê. Rayedarên partiyê diyar kirin ku heya niha tu tişt teblîxî wan nehatiye kirin û haya wan ji belgeyên wekî delîlên pêvekî berpêşî dadgehê hatine kirin jî tune ye.    Rayedaran ragihand ku ji ber ku biryar teblîxî wan nehatiye kirin nizanin bê ka di van delîlên pêvekî de çi hene.