'Erdogan li Başûr têk çûye' 2022-05-13 09:19:47 ŞIRNEX - Berfo Duva ku keça wê Hebûn Kato di cotmeha 2021’an de li Avaşînê jiyana xwe ji dest da, anî ziman ku keça wê li dijî zilmê berê xwe daye çiyê û got: “Em dayik li hemberî şer in. Em şer naxwazin. Em ê tu carî vê îxanetê ji bîr nekin. Divê hemû dayik li hemberî vî şerî dengê xwe bikin yek û rabin ser pêyan. Erdogan li Başûr têk çûye.” Tirkiye, bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) êrişên li ser herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Federal a Kurdistanê didomîne. Artêşa Tirkiyeyê van êrişên xwe bi taybet jî ji herêmên di bin kontrola PDK’ê de pêk tîne. Ji endamên YJA-Starê Hebûn Kato (Sumeyye Ataman) di 8’ê cotmeha 2021’an de li herêma Avaşînê di encama pêvçûnan de jiyana xwe ji dest da. Dayika Ataman, Berfo Duva (52) dayika 5 zarokan e û niha li navçeya Elkê ya Şirnexê dijî. Duva, li gundê Zokê yê Dêrik a Mêrdînê ji dayik bû lê ji ber zexta dewletê, malbata wê neçar dimîne ku derbasî gundê Ganîzilê yê Dêrikê bibe. Zarokatî û ciwantiya Berfo li quntarê Çiyayê Qerejdaxê derbas dibe û piştre ji dibe pêguhêrka birayê xwe.    Berfo Duva, da zanîn ku zarokatiya wê li Qerejdaxê gelek xweş derbas bûye û wiha got: “Jiyana me ya gund gelek xweş derbas dibû. Me debara xwe bi çandinî û xwedîkirina sewalan dikir. Malbata min berê hemû li Ganîzilê dijiya. Gundê me gundek gelek xweş bû. Di salên 90’î de dewletê bi ser gundê me de girt. Cerdevanî li me ferz kirin. Lê belê malbata min cerdevanî qebûl nekir û ji ber vê yekê neçar ma ku ji gundê xwe koçber bibe. Malbata min koçberî Wêranşar û Enqereyê bûn. Lê li gund gelek kes bi zorê bûn cerdevan. Du birayên min jî wê demê bûn cerdevan. Di dema Turgut Ozal de ev zilm li ser me kurdan dihat meşandin. Ji ber ku cerdevanî qebûl nekirin, wê demê gelek gund hatin şewitandin. Wê demê ji me re digotin an hen ê bibin cerdevan an jî hun ê dev ji gund berdin. Ji ber vê yekê gelek kes neçar man ku ji xaka xwe dûr bikevin.”     ‘MIROV ÇAWA BIRAYÊ XWE DIKUJE?’    Bi domdarî Duva got ku li gundê wan hîn cerdevanî tê kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hinek kesan jî dev jê berdan. Kesên xwedî wijdan divê dev ji çekan berdin. Em tu carî zilm, şer û dijminatiyê qebûl nakin. Ma mirova çawa birayê xwe dikuje? Çawa guleyê li birayê xwe dixe? Wijdana birayekî min qebûl nekir û dev ji cerdevaniyê berda. Birayekî min jî teqawid bû. Divê mirov xiyanetê li mirovên xwe neke. Ev zilmeke mezin e. Tu kurdek ji bo dewletê bira nîne. Dewlet her tim bi çavê dijminan lê dinêre.”    BI DARÊ ZORÊ WEKE BERDÊL TÊ DAYÎN   Dayika Berfo destnîşan kir ku hêj 20 salî bû ku malbata wê bi darê zorê ji bo birayê wê weke berdêl da ye û ev tişt anî ziman: “Ez ne bi dilê xwe zewicîm. Malbatan ev biryar dabûn û tu gotin ji bo min nemabû. Ez weke hêwî çûbûm. Hevjînê min beriya min zewicîbû. Bi zewacê re min jiyaneke zehmet derbas kir. Ji ber ziman me ji hevdû baş fêm nedikir. Rastî jî berdêl dayîn ne xweş e. Bila tu kes zarokên xwe bi berdêl nedin û temenê biçûk de nezewicînin. Bila hemû bi dilê xwe bizewicin. Ez wekî hêwî anîm lê min ew jin weke hevala xwe didît. Her derê em bi hev re diçin û tên. Zilma dewletê ya li ser me jî tu carî xelas nebû.”    LI DIJÎ ZILMÊ DERKET ÇIYÊ    Bi domdarî Berfo da zanîn ku keça wê Hebûn Kato li dijî zilma dewletê berê xwe daye nava refên têkoşîna azadiyê û wiha qala keça xwe kir: “Keça min zarokeke gelek zîrek, zane û jêhatî bû. Min qet xeletiyên wê nedidîtin. Têkiliya wê ya bi hevalên wê re gelek baş bû. Eşq û evîna welat di dilê wê de her tim hebû. Dema hêj biçûk jî hezkirineke mezin a welat di dilê wê de hebû. Her tim tev li xebatên partiyê dibû. Min jê re digot; ‘tu di vî emrê xwe de nikarî bar rabikî.’ Wê jî ji min re got; ‘wê demê ew heval ji bo kê dikin?’ Her tim dixwest tev li bibe. Heke bernameyek hebûya, bang li hemû hevalên xwe dikir û diçûn. Heke walî çûbûya dibistana wan, ew nediçû û digot; ‘heta walî neçe ez naçim dibistanê.’ Gelek dilwêrek bû. Rûyê wê hertim bi ken bû. Şeva ku tev li bûyî jî bi me re xwarin xwar û derket. Ji wê rojê ve me tu agahî jê negirtin. Biryara xwe dabû û 6 sal berê tevli bû. Di sala 6’an tevlibûnê de li Avaşînê şehîd bû. Her tim digot; ‘hevalên me kedeke gelek mezin didin. Em ê biçin tola wan hilînin.’ Li ser telefonê hîn bûm ku keça min şehîd bûye. Herî dawî beşdarî şerê Çarçêla û Avaşînê bû. Min hêj cenazeyê wê newergirtiriye. Ez bi keça xwe serbilind û serfiraz im. Ev doz doza şeref û namûsê ye. Sumeyye ji bo min çi be, hemû zarokên me yên li çiyê bo min ew in.”   ‘KURD BI KUŞTINÊ XELAS NABIN’   Dayika Berfo bal kişand ser şerê bi hevkariya PDK’ê li Herêma Federal a Kurdistanê tê kirin û axaftina xwe wiha qedand: “Ez şerê li Başûr şermezar dikim. Em dayik li hemberî şer in. Em şer naxwazin. Em Mesût Barzanî şermezar dikin. Heke ji piştgiriya wî nebûya, dewleta tirk nedikariya biçe Başûr. Em ê tu carî vê îxanetê ji bîr nekin. Dema serê Barzanî diket tengasiyê, heval xwedî li wî derdiketin. Ma mirov çawa baweriya xwe bi Erdogan tîne? Barzanî bila dev ji vê îxanetê berde û ji vê rêya şaş bizivire. Erdogan li şûna ku vê qeyranê çareser bike, hemû diravan dide çek û topan. Bi wan tank û topan êrîşî Başûr û çiyayên me dikin. Em kurd bi kuştinê xilas nabin. Li dijî şer em li berxwe didin û ev berxwedana me dê her tim berdewam bike. Ew bi tank û topan nikarin kurdan xilas bikin. Erdogan niha li Başûr winda kiriye. Bila Erdogan destên xwe ji Başûr bikişîne. Çi karê wî li wir heye? Bila gelê kurd li dijî şer rabe ser pêyan û serî hilde. Yên ku kezeba me şewitandin bila kezeba wan jî bişewite. Divê hemû dayik li dijî şer dengê xwe bikin yek û rabin ser pêyan. Barzanî jî bi xwe kurd bû. Çawa kurdan difiroşe?”