Ji Geverê leşkeran dibin ser sînorê Başûrê Kurdistanê 2022-05-13 12:35:31 COLEMÊRG - Li Geverê ji serê sibehê ve liv û tevgera leşkerî berdewam dike. Hat zanîn ku gelek leşker bi helîkopteran dibin ser xeta sînorê Başûrê Kurdistanê.  Li Tumena Fermandariya Leşkeriyê û Piyade ya 3’emin a navçeya Gevera Colemêrgê ji seatên serê sibehê ve liv û tevgera leşkerî didome. Hat zanîn ku ji her nîv seatê carekî ji baregeha leşkerî ya di nava tabûrê de helîkoptera leşkerî radibe û datîne. Li gorî dîmenên nûçegihanên me girtin, liv û tevgerek zêde ya leşkerî heye. Li gorî agahiyên me bi dest xistin, helîkopterên ji tabûra leşkerî radibin leşkeran dibin ser xeta sînorên Şemzînanê û Oremarê ango Başûrê Kurdistanê.