Ji ber Edliyeya Amedê bang: Dev ji polîtîkayên pişaftinê berdin 2022-05-13 13:08:51 AMED  - Rêxistina civaka sivîl bi wesîleya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li pêşiya Edliyeya Amedê daxuyanî dan û bang li dewletê kirin ku dev ji polîtîkaya pişaftinê berdin. Rêxistinan xwest ku ji bo pirzimanî û pirçandiyê bingeh were amadekirin. Baroya Amedê, Tora Ziman û Çanda Kurdî, Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) û Komeleya Lêkolîna Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER) bi wesîleya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li pêşiya avahiya Edliyeya Amedê daxuyanî dan. Her wiha Maseya Saziyên Maf û Hiqûqê û Weqfa Mafên Mirovan a Tahir Elçî jî di daxuyaniyê de amade bûn.      Daxuyanî ji hêla Endama Komîsyona Ziman a Baroya Amedê Elîf Bîrkilî ve hat xwendin. Bîrkilî, ji ewil bal kişand ser Kovara Hawarê û wiha got: “Kovara Hawar, ji bo zimanê kurdî pêngaveke mezin û girîng bû. Di 15’ê Gulanê de dest bi weşana xwe kiribû lewma di sala 2006’an de 15’ê Gulan weke Cejna Zimanê Kurdî hat pejirandin. Ji wê salê ve her sal ev cejn tê pîrozkirin. ”   ‘BI PERWERDEYA FERMÎ DIKARE PÊŞÎ LI PIŞAFTINÊ BÊ GIRTIN’    Bi domdarî Bîrkilî diyar kir ku li gorî daneyên Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê (UNESCO) ya Neteweyên Yekbûyî (NY), li seranserî cîhanê nêzî 2 hezar û 500 ziman di bin xetereya tunebûnê de ne û wiha domand: “Li Tirkîyê jî zaravayê dimilî bi xetereyeke wiha re rû bi rû ye. Roj bi roj axêverên zaravayê dimilî kêmtir dibin. Dîsa li gorî UNESCO’ yê, ji bo ku civakek tune nebe divê bi zimanê xwe biaxivin û nîşanî nifşên nû bidin. Parastina ziman jî bi perwerdehiya fermî ya bi zimanê dayike pêkane.”   ‘POLÎTIKAYÊN PIŞAFTINÊ BERDEWAMIN’   Bîrkilî, destnîşan kir ku ji destpêka avabûna komarê heta niha polîtîkayên qedexekirinê yên li ser zimane kurdî berdewam in û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber zagona bi hejmar 2932 ku di sala 1983’yan de kete meriyetê û heta 1991’an di meriyetê de ma, ji bilî tirkî axaftina bi zimanên din hate qedexekirin. Kesên li dijî vê zagonê derdiketin û bi kurdî diaxivîn jî rastî zext û dozan hatin. Di vê pêvajoyê de bi hezaran kurdên bi kurdî diaxivîn rastî cezayan hatin. Hêj jî kurdî bêstatû û bêderfet e û ji azadiya xwe bêpar e. Polîtîkayên Tirkiyeyê yên li ser bingeha înkarkirin û asîmîlasyona zimanê kurdî berdewam in.”   ‘SAZIYÊN ZIMAN HATIN GIRTIN’   Di berdewamê de Bîrkilî bal kişand ser girtina saziyên ziman û tabelayên bi kurdî ku ji aliye qeyûman ve hatine rakirin û wiha derbirî: “Sazî û navendên li ser çand û zimanê kurdî xebat dikirin û di xizmeta civakê de hatin girtin. Tabelayên pirzimanî hatin daxistin û li şûna wan tabelayên ku tenê tirkî tê de cî digirin hatin danîn. Bi heman awayî ji sala 1913’an heta salên 1980’an, wek polîtîkayeke dewletê, navên cî û warên ku gelên xwecih bi zimanê xwe li cî û deveran kiribûn hatin guherandin. Bi van guhertinan bîr û bawerîya çandî û dîrokî hat tunekirin.”   BANG LI RAYEDARÊN DEWLETÊ KIRIN    Bîrkilî, got ku divê zextên li ser zimanê kurdî bi dawî bibin û ev bang li rayedarên dewletê kir: “Dev ji polîtîkayên pişaftine berdin û di serî de çand û zimanê kurdî ku salên dirêj in di bin zext, tundî û polîtîkayên pişaftinê de ne berdin. Hemû zimanên din ên ku di bin xetereyê de ne û tune tên hesibandin nas bikin. Azadiya zimanan esas bigirin û ji bo van zimanan derfetên fêrbûn, axaftin û fêrkirinê biafirînin. Ji bo vê yekê jî divê di zûtirin dem de zagonên pêwîst bên derxistin.”    Baroyên ku daxuyanî îmze kirin ev in: “Baroya Amedê, Baroya Bedlîsê, Baroya Çewlikê, Baroya Dêrimê, Baroya Êlihê, Baroya Mêrdînê, Baroya Mûşê, Baroya Rihayê, Baroya Sêrtê, Baroya Semsûrê, Baroya Şirnexê, Baroya Wanê”