Li Somayê 301 karkerên madenê hatin bibîranîn 2022-05-13 13:42:31   MANÎSA - Li Somayê 301 karkerên madenê hatin bibîranîn û hat diyarkirin ku îktidar ji qetlîamê berpirsiyar e.    Sendîkaya Karkerên Madenê ya Serbixwe (Bagimsiz Maden- Îş) têkildarî salvegera mirina 301 karkerên madenê li navçeya Soma ya Manîsayê daxuyanî da. Girse li Qada Hikumetê ya Somayê kom bû û heta Peykerê Madenvan meş hat lidarxistin. Di meşê dirûşmê pankart hatin vekirin û dirûşm berz bûn. Malbatên qurbaniyan û nûnerên rêxistinên sivîl tev li daxuyaniyê bûn.    Nûnerên sendîkayan û malbatên qurbaniyan di daxuyaniyê de axivîn, qurbaniyan bi bîr anîn û carek din nerazîbûn nîşanî îktidarê dan. Di axaftinan de hat destnîşankirin ku berpirsiyarê qetlîamê îktidar û pergala kapîtalîst e û heta edalet pêk were dê têkoşîna xwe bidomînin.