Endamên DÎAYDER’ê: Em ji ber baweriya xwe tên darizandin 2022-05-13 15:20:41 STENBOL - Meleyên endamên DÎAYDER’ê ku ji ber xutbe û weazên kurdî tên darizandin tawanbaryên di îdianameyê de red kirin û gotin ew ji ber baweriya xwe tên darizndin.  Danişîna 3’yemîn a doza meleyên endamên Komeleya Piştevanî û Alîkariyên Alimên Oldar (DÎAYDER) ku ji ber xwendina xutbe û weazên kurdî tên darizandin, li Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê ya 14’emîn hat lidarxistin. Serokê Komeleyê Ekrem Baran, endamên komeleyê Hafît Tunç, Alî Fuat Hatîp û Mehmet Emîn Aslan ên girtî tên darizandin bi rêya SEGBÎS’ê ji Girtîgeha Sîlîvriyê beşdarî danişînê hatin kirin. Hin meleyên negirtî tên darizandin jî li eywana danişînê amade bûn.    Elhem Demîr ê ku derbarê meleyan de îfade dabû jî bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê hat kirin. Demîr diyar kir ku hin hatine nivîsandin ne aydê wî ne.    JI BER BAWERIYA XWE TÊN DARIZANDIN    Mele di danişînê de axivîn û destnîşan kir ku tawanbariyên li wan tên kirin derew in, ew van derewan red dikin û ew ji ber xebatên kirine û baweriya ku diparêzin û Kurdistanîbûna xwe û welatparêziya xwe tên darizandin.    Parêzer jî parastina miwekîlên xwe kirin. Parêzerên meleyên girtî xwestin miwekîlên wan bên berdan.    DANIŞÎN HAT TALOQKIRIN   Heyeta dadgehê navberek kurt da danişînê û piştre biryara dewama girtina her çar meleyên girtî Baran, Aslan, Hatîp û Tunç da, her wiha biryar da ku X-Tanik, Kartal, Padişah, Farkli yên di dosyeyê de şahidiya veşarî ne jî di danişînek din de amade bin da û danişînê taloqî 17’ê hezîranê kir.