Li 5 gundên Geverê operasyona leşkerî dest pê kir 2022-05-13 16:39:58 COLEMÊRG - Hat zanîn ku li 5 gundên navçeya Geverê di seatên serê sibehê de operasyona leşkerî hatiye destpêkirin.  Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) li 5 gundên navçeya Gevera Colemêrgê di seatên serê sibehê de operasyona leşkerî da destpêkirin. Hat zanîn ku bi gelek vesayîtên zirxî û bi helîkopteran leşkerên birine herêma operasyonê. Hat ragihandin ku derdora gundên Memkava, Yêkmala Jêr, Yêkmala Jor, Mûşan û Kêlbanê hatiye dorpêçkirin û leşker nahêlin ku gundî jî biçin zozanên xwe.    HEJMARÊN TELEFONÊN ŞIVANAN HATIN NIVÎSANDIN    Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin bidestxistin, çûna zozanan qedexe kiriye û leşkeran nasnameyên şivanan di pergala GBT’ê de kontrol kirine û hejmarên telefonên wan li cem xwe nivîsandin e.