Li Silopiyayê mamosteyê dest dirêjî xwendekaran kir hat girtin 2022-05-13 20:56:15     ŞIRNEX - Li Silopiyayê mamosteyê bi navê Mehmet Salih Gunduz ku bi awayekî sîstematîk dest dirêjî zarokan kiriye, hat girtin.    Li navçeya Silopiya ya Şirnexê derket holê ku li dibistanekê mamosteyê bi navê Mehmet Salih Gunduz bi awayekî sîstematîk dest dirêjî xwendekaran kiriye. Bûyera destdirêjiyê ku mehek berê qewimiye, piştî xwendekarekê ji malbata xwe re behs kiriye kifş bûye. Piştî ku malbatê jî giliyê mamoste kiriye, derbarê mamoste de lêpirsîn hatiye destpêkirin.    Gunduzê ku dest dirêjî xwendekaran kiriye mehek berê hatiye binçavkirin û derbarê wî de lêpirsîna edlî û îdarî hatiye destpêkirin. Gunduz ku di çarçoveya lêpirsînê de cardin hatiye binçavkirin vê carê hatiye girtin.    Hat hînbûn ku Gunduz piştî eskeriya xwe kuta kiriye li dibistana navborî dest bi mamostetiyê kiriye û ji meha Sibatê ve dest dirêjî xwendekaran kiriye.