3 girtî sirgûn kirin 2022-05-13 22:12:36   NAVENDA NÛÇEYAN - 3 girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê sirgûnî girtîgehên Tokat, Kirikkale û Çorumê kirin.    Girtî Zinar Çetîn ku 7 sal in girtî ye, li malbata xwe ya li Sêrtê geriya û diyar kir ku ew û 2 hevalên xwe ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê sirgûnî girtîgehên cuda kirine.  Zinar Çetîn bi rêya telefonê agahî da malbatê.    Çetîn, ragihandiye ku ew sirgûnî Girtîgeha Tîpa L a navçeya Sûngûrlu ya Çorumê kirine û hevalên wî yên din jî sirgûnî girtigehên Kirikkale û Tokatê kirine. Çetîn destnîşan kiriye ku niha di hucreyê de tê girtin.    Piştî Çetîn deqeyekê bi telefonê axiviye, telefon hatiye qutkirin. Malbatê anî ziman ku piştî kurê wan Zinar Çetîn bi qasî deqeyekê axiviye telefon hatiye qutkirin. Malbatê diyar kir ku ew ji ber vê rewşê bi fikar in û dixwazin ji girtiyan agahiyê bistînin.