Di 28 mehan de 24 êrişên bi SÎHA'yan: 31 mirî, 35 birîndar 2022-05-14 09:05:07 RIHA - Tirkiyeyê di 28 mehên dawî de 24 caran bi SÎHA'yan êriş biriye ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Di van êrişan de 31 kes jiyana xwe jid est dane û 35 kes jî birîndar bûne.    Tirkîye ku piştî têkşikîna DAIŞ'ê ji DAIŞ'ê û rêxistinên wekî wê komên paramîlîter ava kirine, ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji mirovan xalî bike bi her awayî êrişan dibe ser herêmê. Tirkiye di 3 salên dawî de êrişên xwe yên bi Amûrên Hewayê yên Bêmirov (SÎHA) didomîne.    24 ÊRIŞ, 31 MIRIN Û 35 BIRÎNDAR   Tirkiye ji sala 2020, 2021'ê û heya 13'ê Gulana 2022'yan 24 caran bi SÎHA'yan êriş biriye ser herêmê. Di van êrişan de 31 kes jiyana xwe ji dest dane û 35 kes jî birîndar bûne. Ji van êrişan 12 jê di sala 2022'yan de çêbûne. Hûrguliyên êrişên bi SÎHA'yan ên di navbera 12'Ê Çileya 2020'an û 12'ê Gulana 2022'yan de bi vî awayî ne:    * 12 Çile 2020: Di êrişa bi SÎHA'yê de gundê Dirgurê yê navçeya Tirbespiyê hedef hat girtin. Di êrişê de 5 sivîl birîndar bûn.    * 28 Nîsan 2020: SÎHA'yê li Kobanê bera devereke hêzên asayîşê da. Di êrişê de kesî jiyana xwe ji dest neda, lê texrîbatek maddî rû da.    * 23 Hezîran 2020: SÎHA, gundê Helincê yê Kobanê bombe kir. Di êrişê de endamên Koordînasyona Herêma Star Firatê Zehra Berkel û Hebûn Mele Xelîl û Emîne Weysî jiyana xwe ji dest dan.    * 20 Cotmeh 2020: Li gundê Merzê yê Dêrikê di êrişa SÎHA'yê de 2 sivîl jiyana xwe ji dest dan.    * 22 Çiela 2021: SÎHA'yê li gundê Memit ê li başûrê Kobanê dikeve malekê bombe kir. Di êrişê de welatî Fehid Elî Şihadê jiyana xwe ji dest da.    * 11 Tîrmeh 2021: SÎHA, Til Rifatê bombe kir. Di êrişê de Welîd Ereb a 5 salî, Nîhad Mihemed Alî yê 32 salî, Hêvîn Reşîd a 40 salî û Sûzan Mamo ya 30 salî birîndar bûn.    * 19 Tebax 2021: SÎHA, êriş bir ser bajaroka Zirgan a Til Temirê. Di êrişê de 4 endamên Meclîsa Eskerî ya Til Temirê jiyana xwe ji dest dan.    * 20 Cotmeh 2021: SÎHA'yê li navenda Kobanê wesayîteke sivîl hedef girt. Di êrişê de 2 kes jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.    * 23 Cotmeh 2021: Li ser rêya Kobanê-Helebê wesayîtek sivîl hedef hat girtin. 3 kes jiyana xwe ji dest dan.    * 9 Mijdar 2021: SÎHA'yê li Taxa Hilêliyê ya Qamişloyê wesayîtekê hedef girt. Yûsûf Gulo, Mazlûm Mistefa Gulo û Mihemed Mahmûd Gulo yên di wesayîtê de jiyana xwe ji dest dan.    * 25 Kanûn 2021: Amûreke hewayê ya bêmirov a TSK'ê li Kobanê malekê hedef girt. Di êrişê de 5 kes jiyana xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn.    * 3 Sibat 2022: SÎHA'yê li gundê Xerzê yê Dirbêsiyê ya bajarê Hesekê wesayîtek bombe kir. Di êrişê de 2 kes birîndar bûn.    * 9 Sibat 2022: SÎHA'yeke aydê Tirkiyeyê li rêya Amûrdê-Dibêsiyê êriş bir ser wesayîtekê. Di êriêşê de Mihemed Elî Kelah ê 11 salî jiyana xwe ji dest da û 3 welatî jî birîndar bûn.    * 12 Sibat 2022: SÎHA'yê li ser rêya Dirbêsiyê ya girêdayî bajarê Amûdê firinekê hedef girt. Di êrişê de kesek birîndar bû.    * 24 Sibat 2022: Li ser rêya Qamişlo-Amûdê wesayîtek hedef hat girtin. Di êrişê de 3 jê jin 4 kes birîndar bûn.    * 2 Nîsan 2022: SÎHA'yê li gundê Hasûdê yê Tibespiyê wesayîtek hedef girt. Di êrişê de kesek jiyana xwe ji dest da û hunermend Ferhadê Merdê jî di nav de 2 kes birîndar bûn.    * 3 Nîsan 2022: SÎHA'yê wesayîtekê ku Endamê Fermandariya Meclîsa Eskerî ya Suryanî Omr Marûkî tê de bombe kir. Di êrişê de 2 kes birîndar bûn.    * 4 Nîsan 2022: SÎHA'yê li Zirganê navendek aydê Hêzên Ewlehiya Hundurîn bombe kir. Di êrişê de 3 kes birîndra bûn.    * 9 Nîsan 2022: Li Dirbêiyê di êrişa SÎHA'yê de endamê asayîşlê Mihemed Aydin jiyana xwe ji dest da.    * 20 Nîsan 2022: SÎHA'yê li ser rêya Êdik-Textik a li başûrê Kobanê dikeve wesayîtyek hedef girt. Di êrişê de 3 jin jiyana xwe ji dest dan.    * 22 Nîsan 2022: SÎHA'yê aydê Tirkiyeyê li ser rêya gundê Um El-Beramîlê yê li rojhilatê Eyn Îsayê dikeve wesayîtek hedef girtin.    * 25 Nîsan 2022: SÎHA'yê êriş bir ser gundê Mihsenlî yê Minbicê.   * 11 Gulan 2022: SÎHA'yan du caran êriş birin ser Kobanê. Êrişa ewil li ser rêya Helebê ya li başûrê Kobanê dikeve û êrişa dudoyan jî li navenda Kobanê pêk hat. Di êrişê de Ekrem Ustek ê 50 salî jiyana xwe ji dest da.    * 12 Gulan 2022: SÎHA'yan gundê Xirab Êto, Dîkmedaş û Şêxlera Jorîn ên li rojavayê kobanê dikevin bombe kirin.    MA / Emrûllah Acar