Li Amedê TUHAY-DER’ê kongreya xwe li dar xist 2022-05-14 14:21:08   AMED - TUHAY-DER’a Amedê bi dirûşma “Bila tecrîd were bidawikirin, zindan werin valakirin” kongreya xwe ya asayî ya 3’yemîn a li dar xist.    Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê, bi dirûşma “Bila tecrîd were bidawikirin, zindan werin valakirin” kongreya xwe ya asayî ya 3’yemîn avahiya Partiya Heremên Demokratîk (DBP) a Navçeya Rezana Amedê li dar xist. Endam û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqê ya bi Malbatên Girtî Hikûmxwaran re (MED TUHAD-FED), Komeleya Yekitî û Çandê ya Piştevanî û Alîkariya Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER), Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) û Komeleya Piştevanî û Alîkariyên Alimên Oldar (DÎAYDER), Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îmam Tasşier beşdarî kongreyê bûn. Di kongre de wêneyên girtiyên ku di girtîgehan de jiyana xwe ji dest dane hatin daliqandin û pankartên, “Ji girtiyên nexweş re azadî, Li hemberî qetliamên zindanan bêdeng nemînin, Bijî berxwedana zindanan, Îşkence sûcê dijî mirovahiyê ye, bila di girtîgehan de îşkence were rakirin” hatin daliqandin.    Kongrê bi deqîqeyek rêzgirtine dest pê kir. Piştî rêzgirtinê girseyê dirûşma, “Şehîd namirin” berz kir.    Di destpêke de Hevseroka TUHAY-DER’ê ya berê Guler Yuksekbag axivî. Yuksekbag diyar kir ku di girtîgehan de girtiyek din jî jiyana xwe ji dest daye û got: “Dewleta tirk dixwaze ku qedera me bike girtîgeh, qetlîam û îşkence lê em vê qederê qebûl nakin. Em ê bi berxwedan û têkoşînê hevalên xwe girtîgehan azad bikin.”    ‘BIRÊZ OCALAN XETA ME YA SOR E’   Piştî Yuksekbag, Hevberdevkê Kongreyê TUHAY-DER’ê Mehmet Bakir axivî. Bakır di axaftina xwe de bal kişand ser tecridkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Birêz Ocalan xeta me ya sor e. Ji ber wê jî bila her heval ji bo ku ev tecrîd bi dawî bibe çi ji dest tê bike. Bila hêvîyen hemû hevalan xurt be, em ê bi ser bikevin.”    ÎŞKENCE JI 12’Ê ÎLONÊ VE DIDOME    Bakir destnîşan kir ku zext û tundiya li girtigehan ji 12’e Îlonê vir berdewam dike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Berxwedana zindanan ji bo gelê kurd her tim pir girîng e. Dewlet dixwaze ku berxwedana ku ji wê demê heta niha berdewam dike têk bibe. Lê ew berxwedan heta îro berdewam kir, îro şûnde jî wê berdewam bike.”   Di kogreyê de Sevgî Karataş û Mehmet Gunduz ji bo hevserokatiya TUHAY-DER’ê hatin bijartin û Şafi Hayman, Muşeher Ulker, Îsmet Dînç jî ji bo desteya rêveberiyê hatin bijartin.