Dayikên Şemiyê xwestin ku faîlên Orhan bên darizandin 2022-05-14 14:43:35 STENBOL - Dayikên Şemiyê çalakiya xwe di hefteya 894’an de berdewam kirin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mehmet Selîm, Hasan û Cezayîr Orhan hat pirsîn û çalakvanan xwestin ku kujerên wan bên darizandin.  Bi mebesta pirsîna aqûbeta windakiriyan û darizandina kujerên wan, Dayikên Şemiyê her hefteyê li Qada Galatasarayê çalakî li dar dixin. Lê belê ji ber şert û mercên pandemiyê, Dayikên Şemiyê çalakiya xwe ya 894’emîn li ser hesabên xwe yên medyaya civakî li dar xistin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mehmet Selîm Orhan ê 46 salî, Hasan Orhan ê 40 salî û Cezayîr Orhan ê 17 salî pirsîn ku di 24’ê gulana 1994’an de li navçeya Pasûr a Amedê hatibûn binçavkirin û qetilkirin.    Di çalakiyê de ji ewil li ser navê malbatê kurê Mehmet Selîm Orhan ê bi navê Adnan Orhan axivî. Orhan, da zanîn ku bav, ap û pismamê wî piştî ku hatin binçavkirin, 17 rojan li Dibistana Herêmê ya Liceyê hatin îşkencekirin û wiha got: “Piştî îşkenceyê jî birin gundê Bagcilar ê Pasûrê û li wir gule lê reşandin û qetil kirin. Derman li wan reşandin û şewitandin. Piştî agahî ji herêmê hatî, malbat û şêniyên gund çûn cihê lê hatibûn qetilkirin. Cenazeyên 6 kesan li wir dîtin ku nedihatin naskirin.”    DI GOREKÎ DE 6 CENAZE    Bi domdarî Orhan anî ziman ku li herêmê gelek bûyerên kiryarnediyar çêbûne û wiha domand: “Piştî ku malbateke din ji bo heman herêmê serlêdan kirî, bi biryara dozgeriyê li wir gora komî hate vekirin. Hestiyên wan şandin Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Stenbolê. Me jî serlêdan kiribû. Di encamê de derket holê ku yek ji wan bavê min û yek jî apê min bû. Me xwest piştî ewqas zilmê hestiyên xwe wergirin. Lê tevahiya wan hestiyan xistin telîsekî û şandin dozgeriyê. Ji bo wergirtina hestiyan me serî li dozgeriya Pasûrê da. Hestî, di telîsekî de dirêjî me kirin. Hemû hestî li Goristana Bêkesan di gorekî de veşartin.”   ‘SAL JÎ DERBAS BIBIN EM Ê DEV JI TÊKOŞÎNA XWE BERNEDIN’   Di berdewamê de Orhan got ku hemû serlêdanên wan bêencam man û wiha derbirî: “Hestiyên xizmên me hêj niha jî li goristana bêkesan in. Tevî ewqas dem jî derbas bû lê kesek nehat cezakirin. Hemû serlêdanên me bêencam man. Lê em ê têkoşîna xwe bidomînin. Sal jî derbas bibin em ê aqûbeta xizmên xwe bipirsin û dev ji têkoşîna xwe bernedin.” Piştre jî parêzera malbatê Reyhan Yalçindag axivî û da zanîn ku li gel ku cenaze hatine dîtin jî tu kes ji ber vê komkujiyê nehatiye darizandin û faîl bi zirxê necezakirinê hatine parastin.    SERPÊHATIYA WINDAKIRIYAN   Daxuyaniya vê hefteyê ji hêla xwîşka xebatkarê Rojnameya Ozgur Gundemê Ferhat Tepe, Ayşe Tepe ve hat xwendin. Tepe, da zanîn ku Tirkiye ji ber dosyaya Orhan’an li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) hatibû mehkûmkirin lê belê di hiqûqa navxweyî de kiryar bêceza hatine hiştin. Di berdewamê de jî Tepe wiha qala serpêhatiya windakiriyan kir: “Di 24’ê gulana 1994’an de leşker hatin gund û Mehmet Selîm ê 46 salî, Hasan Orhan ê 40 salî û Cezayîr Orhan ê 17 salî binçav kirin. Rojek piştre jî Salih Orhan serî li hemû saziyên fermî da. Şahidan da zanîn ku li Qereqola Serîkê hatin binçavkirin, ji wir birin Qereqola Cendirmeyan a Liceyê û herî dawî jî derbasî Dibistana Herêmê ya Liceyê. Lê tevî vê yekê jî Serdozgeriya Pasûrê lêpirsîna ku di 8’ê hezîrana 1994’an de dabû destpêkirin, bi hinceta ku navên wan di nava kesên binçavkirî de nîne, dawî li lêpirsînê anî.”    DI HEMAN GORÊ DE 6 CENAZE   Bi domdarî Tepe ev tişt anî ziman: “Piştî ku hemû hewldanên wan bêencam mayîn, malbata Orhan serî li DMME’yê dan. DMME’yê jî di biryara xwe ya di 6’ê mijdara 2022’yan de Tirkiye ji kuştina wan berpirsyar dît û mehkûm kir. Piştî israra malbat û ÎHD’ê, hestiyên Mehmet Selîm û Hasan Orhan li nêzî gundê Bagcilar ê Pasûrê di goreke komî de hatin dîtin. Lê hêj niha jî hestiyên Cezayîr Orhan nehatine dîtin. ATK’ê di 16’ê tîrmeha 2004’an de hestiyên wan bi postayê ji dozgeriya Pasûrê re şand. Dema malbatê xwest hestiyên xizmên xwe defin bike jî dozgeriyê jê re got ku hestî winda bûne. Piştî israra malbat û ÎHD’ê jî hestiyên wan li gel hestiyên 6 kesên din li goristana bêkesan di heman gorî de hatine definkirin.”   Herî dawî jî Tepe got ku divê derheqê berpirsyarên ku navên wan di qeydên DMME’yê de derbas dibin de lêpirsîneke bibandor bê destpêkirin û edalet pêk bê.