Şerê li Çiyayê Gabar dijwar bû 2022-05-14 14:52:07   ŞIRNEX - Di navbera endamên HPG/YJA Starê û artêşa tirk de li Çiyayê Gabarê pevçûnên dijwar diqewimin. Artêşa tirk her wiha li herêmê qirkirina xwezayê didomîne.   Operasyona leşkerî ya ku li herêma Besta û çiyeyên Cûdî û Gabar ên Şirnexê hatine destpêkirin bi qirkirina daran didome. Ji ber barîna barana zêde ya li herêma Kaniyamîr a Bestayê, ev demek bû li herêmê navber dabûn birîna daran lê belê bi tevlibûna cerdevanan dîsa qirkirina daran dest pê kir.    LI GABARÊ PEVÇÛNÊN DIJWAR    Çendek roj berê li gundên Kerêşa, Bana, Zêwê û Ziwinkê yên Çiyayê Gabarê ku qirkirina daran lê didome û demek berê ji hewayî û bejahî operasyona leşkerî lê hatibû destpêkirin, di navbera endamên HPG/YJA Starê û artêşa tirk de pevçûnên dijwar diqewimin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê, operasyona li herêmê bi roja ye didome û ji saetên serê sibehê ve ev pevçûn hîn dijwartir bûne.