Girtiyê nexweş Abdullah Ece kelemçekirî hatiye tedawîkirin! 2022-05-14 15:03:49   ÎZMÎR - Cenazeyê girtiyê nexweş Abdullah Ece şandin Şirnexê. Xizmê wî Hasan Soysal diyar kir ku Abdullah Ece kelemçekirî hatiye tedawîkirin.    Girtiyê nexweş Abdullah Ece (73) yê bi koronayê ketibû vê sibehê li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Çîgliya Îzmîrê jiyana xwe ji dest dabû. Malbat çû ber nexweşxaneyê û cenaze rakir û birin mala xwe ya li navçeya Menemenê. Cenaze ji aliyê xizmên wî û xelkê ve hat pêşwazîkirin.    Xizmê Abdullah Ece, Hasan Soysal li vir axivî û wiha got: “Hevalê me Abdullah girtiyek siyasî bû. Tevî ku cezayê wî qediya bû jî nehat berdan. Saziya Tiba Edlî rapora ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ da hevalê me  Abdullah. Lê Desteya Çavdêrî û Îdareya Girtîgehê wî berneda. Di 5’ê nîsanê de bi koronayê ketiye. Agahî nedane malbata wî. Di encama hewldanên malbat û parêzeran de di 18’ê nîsanê de agahî dan malbatê ku Abdullah entube bûye. Tevî ku girtiyê nexweş bûye jî bi kelemçeyê hatiye tedawîkirin. Piştî ku entube dibe kelemçe ji destê wî derdixin. Divê ku dewlet di vê yekê de hesab bide. Hevalên me girtiyên siyasî bi xetereyan re rûbirû ne.”    Piştî ku helaliya cenaze li malê hat kirin, ji bo ku li warê xwe bê veşartin bi balafirê şandin balafirgeha Şirnexê. Cenaze dê li gundê Bana yê bi ser navçeya Basa Şirnexê ve bê veşartin.