ÎHD’ê xwest kujerên xwendekarên zanîngehê bên cezakirin 2022-05-14 15:08:02   ÎZMÎR - Rêveberên ÎHD’ê li aqûbeta xwendekarên zanîngehê Husamettîn Yaman û Mehemt Soner ên 30 sal berê hatin binçavkirin û qetilkirin pirsîn.    Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Îzmîrê çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” ku ji du hefteya carek li dar dix eli ber Sumerbanka kevn a li Konakê çalakî li dar xist. Di çalakiyê de pankartên “Winda wîjdan e, xwedî lê derkeve” û “Kujer diyar in winda li ku ne” hatin vekirin. Sekreterê ÎHD’a Îzmîrê Alî Aydin daxuyaniya vê hefteyê da û li aqûbeta Husemettîn Yaman û Mehmet Soner Gul ên di 2’yê gulana 1992’yan de li zanîngehê hatin windakirin û qetilkirin pirsî. Alî Aydin xwest kujerên her du qurbaniyan bên eşkerekirin û werin darizandin û cezakirin.