Farqînê Serê Gulanê pîroz kir 2022-05-14 18:49:58   AMED– Li Farqînê "Cejna Serê Gulanê" bi coşeke mezin hat pîrozkirin.    Li navçeya Farqîn a Amedê îsal jî Cejna Serê Gulanê ku bi sedan sal in tê pîrozkirin, bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Serê Gulanê ku li gor salnameya hicrî di 1'ê Gulanê de û li gor ya miladî di 14'ê Gulanê de tê pîrozkirin, îsal li Gaza Zêvetirkê, Bêzwan, Malabadê, Parka Aram Tîgran û Parka Kaniya Navîn bi coşeke mezin hat pîrozkirin.    Welatiyên ku serê sibehê zû berê xwe dan qada şahiyê, ewilî ji bo zarokên xwe hêlekan çêkirin. Paşê welatiyan dest bi çêkirina xwarinê û dolmeyên tirş kirin. Farqîniyan dolmeyên tirş ên çêkirin li welatiyên hatin cihê şahiyê belav kirin. Paşê li ber erbaneyê û kilamên kurdî govend hat gerandin.    Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Farqînê jî hatin cihê şahiyê û Cejna Serê Salê ya girseyê pîroz kirin. Her wiha rêxistinên navçeyê ji bo meşa ziman ku dê sibê li Amedê bê lidarxistin belavok belav kirin.    Şahiya Serê Gulanê bi govendgerandinê bi dawî bû.