Li Amedê dê 'Meşa Ziman' bê lidarxistin 2022-05-14 21:12:41   AMED - Li Amedê dê di çarçoveya çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî de meşeke bi girseyî bê lidarxistin.    Li Amedê dê di çaçroveya 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de bi pêşengiya partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl meşeke bi girseyî bê lidarxistin.    Ji bo Cejna Zimanê Kurdî ji 8'ê Gulanê ve çalakiyên cur bi cur tên lidarxistin. Sibê jî dê wekî fînal ji bo mafê perwdehiya bi zimanê zikmakî meşek girseyî bê lidarxistin.   Meş dê saet di 16.00'an de li ber NCîty AVM'ê ya li navçeya Rezanê dest pê bike û heya Parka Koşûyolûyê bidome.