Li Silopiyayê jinek hat qetilkirin 2022-05-14 22:11:59   ŞIRNEX - Li navçeya Silopiya ya Şirnexê jinek hat qetilkirin. Cenazeyê jina bi navê Sakîne li qeraxa rêyekê hatiye dîtin.   Li navçeya Silopîya ya Şirnexê jinek hat qetilkirin. Cenaze ji aliyê ajovanekî qamyonê ve li qeraxa rê hatiye dîtin. Hat diyarkirin ku tahde û îşkence li cenaze hatiye kirin.    Hat ragihandin ku cenaze yê dayika 3 zarokan a bi navê Sakîne ye û ji bo DNA û otopsiyê ew birine Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.