Malbatên dest ji cerdevantiyê berdan: Wan çekên xwe deynin û dev ji bêbextiyê berdin 2022-05-15 09:16:38   ŞIRNEX – Li navçeya Elkê malbatên ku çek danîne û dest ji cerdevantiyê berdana bal kişandin ser êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK'ê tên kirin û bang li cerdevanên ku tevli van êrişan bûne jî kirin û gotin: “Dev ji cerdevantiyê berdin û çekên xwe daynin. Kesên ku çek didin destên xwe û diçin, îxanetê bi gelê xwe re dikin. Ji vê rêya şaş vegerin.”   Zext û zilma li ser gelê kurd bi salan in bi şêwazên cuda heta roja îro berdewam dike. Ji wan şêwazan yek jî ew e ku di salên 80’î û 90’î de bi ser gundên herêmê de hatiye girtin û ji bo bibin cerdevan gef li wan hatine xwarin û tahde li wan hatiye kirin. Bi hezaran welatiyên ku cerdevanî qebûl nekirin jî ji neçarî koç kirin. Hîn welatî jî cerdevaniyê qebûl kirin û li gundên xwe man. Lê piştî bi salan gelek cerdevan jî çekên xwe danîn. Cerdevanên ku îro peywira xwe didomînin jî niha tevli operasyonên Tirkiyeyê dibin ku di 17’ê Nîsanê de bi hevkariya PDK’ê li herêmên Avaşîn, Zap û Metînayê yên Herêma Kurdistana Federe hatine destpêkirin.    Li Elkê ya Şirnexê malbatên ku çek danîne û des ji cerdevantiyê berdane têkildarî bang li cerdevanên ku tevli operasyonan dibin kirin ku bes îxanetê bi gelê xwe re bikin.    PIŞTÎ KURÊ XWE DEV JI CERDEVANTIYÊ BERDA   Eydê Bal a 65 salî anî ziman ku berê jiyanek wan a gelek xweş û aram hebûye. Eydê, bi lêv kir ku ji ber nasnameya wan dewletê bi salan tahde li wan kiriye got: “Li gel hemû zordariyan jî me jiyana xwe didomand. Lê belê zilm û zordariya dewletê jî li ser gelê kurd dihat kirin. Di salên 80 û 90’î de cerdevanî li gelê kurd dihat ferzkirin. Ên ku qebûl nekirin ji welatê xwe dihatin koçberkirin. Li ser me jî zext dihatin kirin. Ji bo ku em dev ji axa xwe bernedin hevjîna min 21 salan berê ji neçariyê bû cerdevan. Me bi darê zorê kirin cerdevan. Hevjînê min Velî Bal di sala 1991’an de dest bi cerdevantiyê kir û di sala 2001’an de jî dev ji cerdevantiyê berda. Di sala 2001’ê de kurê min Recep Bal tevlî nava refên PKK’ê bû û 6 salan ma.  Di sala 2007’an de jî hat girtin û 22 sal ceza lê hat birîn. Ev 15 salin kurê min girtiye. Dema kurê min tevlî nava PKK’ê bû bi şûn de dewletê dest bi zilmê kir, tahde li me û hevjînê min kir. Piştî kurê min çû bi şûn de, yanî 21 sal berê hevjînê min dev ji cerdevantiyê berda. Li hember zilmê rabû û çek danî. Hevjînê min jî li dijî mirinê û xwîn rijandinê bû.”   'BILA CERDEVAN ÇEKÊN XWE DEYNIN'   Bal, bal kişand ser şerê ku li Başûr tê meşandin û wiha domand: “Li her derî şer heye. Gelê kurd tê kuştin. Li kêleka me, li sînor êriş tên kirin. Em dayik şer naxwazin, bila êdî dilê dayikan neşewite. Em vî şerî qebûl nakin. Bila ev şer bisekine. Em dixwazin hemû gel bibe yek. Lê cerdewanên li vir berê xwe didin sînor û tevli şer dibin. Em dixwazin bila ew cerdewan jî dev ji cerdewaniyê berdin. Em naxwazin bira bira bikûje. Her du alî jî kurd in. Bila hemû kes dev ji çekan berdin. Ma wê heta kengî vê îxanetê li gelê xwe bikin. Kesên ku îro cerdewan in bûne pêlîstokên dewletê. Bila berbayî lîstikên dewletê nekevin. Ji ber vî şerê li sînor dilê me dayikan dişewite. Bila tu kes îxanetê li hev du neke. Bi îxanetê tu tişt bi destê mirovan nakeve."   BANG LI BARZANÎ KIR   Bal, ji bo hevkariya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê r ejî got: " Barzanî jî bûye hevkarê dewletê û piştgiriya wan dike. Mirov çawa vî tiştî li gelê xwe dike. Rê li ber dewletê vekiriye û çiyayên me gulebaran dikin. Barzanî jî kurd e, çima tevlî vê hovîtiyê dibe. Berî bi derengî bikeve bila dev ji vê hovîtî û îxanetê berde. Em jiyanek xweş, azad, aştî û wekhev dixwazin. Em naxwazin xwîn birije. Em ji vî şerî re dibêjin êdî bes e.”   JI BER ZILMÊ ÇEK DANÎ   Ji kesên çek danîne yek jê jî hevjînê Esmer Ataman a 50 salî ye. Esmer, da zanîn ku ew bi hevjînê xwe re li gundê Gûanisê yê Elkê diman û beriya ku ew bizewice hevjîna wê dest bi cerdevaniyê kiriye. Esmer, destnîşan kir ku di malbata hevjînê wê de bavê hevjînê wê jî cerdevan bûye û wiha domand: “Di salên 90’î de dewletê bi ser gund de girtiye û zilm li gundan kirine ku ji bo bibin cerdevan. Şêniyên gund jî ji bo ku dev ji axa xwe bernedin ji neçarî bûne cerdevan. Wê demê hinek kes hatin li navçeyê jî bi cih bûn. Niha jî jiyana me bi çandinî û koçberiyê derbas dibe. Hevjînê min Abdulhakîm Ataman di sala 1982’an de dest bi cerdevaniyê kir. Kurê min Husnu Ataman di sala 2009’an de hat girtin û hevjîna min jî wê demê dev ji cerdevantiyê berda. Ji ber dosyeyeke siyasî 12 sal ceza lê hat birîn û di sala 2007’an de jî hat tehliyekirin. Keça min jî di sala 2013’an de tevlî nava PKK’ê bû. Hevjînö min nêzî 27 salan cerdevanti kir. Hevjînö min ji ber ku dev ji cerdevantiyê berda dewletê gelek tahde lê kir."   Ataman, destnîşan kir ku cerdevantî navê mirovan qirêj dike.    Ataman destnîşan kir ku piştî hevjînê wê dev ji cerdevantiyê berdaye bi şûn de dewletê zilm li wan kiriye û gelek caran bi ser mala wan de hatiye girtin û axaftina xwe wiha domand: “Zilm li me dikirin. Hevjînê min dema çek danî jî dewletê jê re got ‘hîn kes te tehdît dikin, tu ji ber wê çeka xwe datînî.’ Lê hevjînê min got na, min bi xwe danî. Hevjînê min dev ji cerdevaniyê berda û tu carî jî poşman nebû. Dema ku dev ji cerdevantiyê berda ez gelek kêfxweş bûn. Em şer û kuştinê naxwazin. Dema kuştin dibe dilê me dayikan dişewite.”   BANG LI CERDEVANAN KIR   Ataman, bal kişand ser şerê li Herêma Kurdistana Federe ji aliyê Tirkiyeyê bi hevkariya PDK'ê tê kirin û got: “Dewlet êrişî Başûr û çiyayên me dike. Cerdevan jî tevlî van operasyonan dibin. Em dixwazin bila ew jî dev ji cerdevantiyê berdin û çêkên xwe daynin. Em li dijî şer in. Kesek cerdevan çawa çek digire destên xwe û diçe tevlî şer dibe. Ew jî kurd e. Çima vî tiştêîdikin? Tişta ku ew cerdevan dikin xiyanet e. Divê dev ji vî tiştî berdin. Jiyan bi şer derbas nabe. Bila dawî li vî şerî bînin. Em xwedî li hev du derkevin. Bila dev ji cerdevantiyê berdin, biçin karekî dinê bikin. Em naxwazin ji her du aliyan jî kes bên kuştin. Barzanî jî îro xiyanetê li gelê kurd dike. Qaşo ew jî kurd e. Mirovek dema kurd be çawa vê îxanetê dike. Çû piştgirî da dewletê û xwe firot. Baweriya me bi Barzanî nayê. Bila ji vê rêya şaş vegere. Divê gelê kurd rabe li ser pêyan û di navbera xwe de yekitiya xwe ava bike.”