Qedexeya zozanan û bihabûnê pişta sewalvaniyê şikandine 2022-05-15 09:30:22   ŞIRNAK - Sewlvanên ku ji ber qedexekirinê nikarin biçin zozanan, anîn ziman ku ji ber bihabûnê û qedexekirina zozanan nikarin debara xwe bikin.    Şêniyên herêmê ku debara xwe bi çandinî û sewalvaniyê dikin, her sal di biharê de berê xwe didin zozanan. Li Şirnexê û navçeyên wê Silopiya, Cizîr û Hezexê welatî debara xwe bi çandiniyê, lê li navçeyên wê Qileban, Bêşebab û Basanê jî debara xwe bi sewalvaniyê dikin. Lê belê Walîtiya Şirnexê her sal beriya çûna zozanan di bin navê "Herêma Ewlehiya Taybet" de qedexeyan îlan dike. Ev qedexe kirine ku li herêmê çandinî û sewalvanî bi temamî ji holê rabe.    Walîtiyê di destpêka meha Çileyê de Çiyayê Cûdî, Besta û Çiyayê Gabarê jî di nav de 14 herêm wekî "Herêma Ewlehiya Taybet" îlan kir û çûna van herêman qedexe kir.    Welatiyên navçeya Qilebanê yên debara xwe bi sewalvaniyê dikin, behsa zor û zehmetiyên bi wan re rû bi rû dimînin kirin. Suleyman Paksoy (62) ê ji 10 saliya xwe ve sewalvaniyê dike got: "Ne ji sewlvaniyê be em ê nikaribin debara xwe bikin." Paksoy, diyar kir ku bi hatina biharê re pezê xwe dibe zozanan û got, zozana wan li quntara Kêla Memê ye.    BIHABÛN   Paksoy, destnîşan kir ku her sal rewşa wan a aborî xirabtir dibe û got: "Kîsek arvan berê bi 100 TL'yî bû, lê niha bûye 520 TL. Teneka rûn berê bi 200 TL'yî bû, niha bûye hezar TL. Niha kîloya goşt jî bûye 110-120 TL. Dê mirov çawa goşt bikirin? Ji ber vê êdî heywan nayên firotin. Ji ber ku wekî din çareyek me tune ye, em vî karî dikin. Lê êdî em jî nikarin debara xwe bikin. Li vir wekî din derfeteke kar jî tune ye. Ger tu ne karmend an jî cerdevan bî, ji xeynî sewalvaniyê karekî din tune ye. Ji ber ku em nikarin debara xwe bikin ji bêgavî em ê koç bikin. Ger wisa bidome, dê kes hew vî karî bike."    MA KA JI ÛKRAYNAYÊ TÊ?   Ahmet Paksoy (45) ê bi sewalvaniyê debara xwe dike jî got: "Çewalê kayê yê 40 kîloyî bi 200 TL'yî ye. Bi hinceta şerê Rûsya-Ûkraynayê her tişt biha kirin. Ma kaya me ji Ûkraynayê tê?"   Paksoy, anî ziman ku dewlet jî alîkariya wan nake û got: "Ger wisa biçe em ê dev ji sewalvaniyê berdin. Em bi şev û biroj li zozana ne. Em diçin quntarên Kêla Memê. Em nikarin lazmatiyên xwe peyda bikin. Ma em nikaribin debara zarokên xwe bikin, em ê çima vî karî bikin."