Malbata Şenyaşar banga vekirina doza nexweşxaneyê kir 2022-05-15 11:13:17   RIHA - Malbata Şenyaşar ku têkoşîna xwe ya edaletê didomîne, diyar kir ku li holê heqîqetek heye û ji bo vekirina doza nexweşxaneyê bang li rayedaran kir.   Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar ku di 14'ê hezîrana 2018'an de hevjin û 2 kurên wê ji aliyê xizm û parastvanên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn kuştin bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re di 9'ê adara 2021'an de dabû destpêkirin, di roja 433'yan de berdewam dike. Ji ber ku îro dawiya heftê ye û edliye girtî ye, malbatê nobeta xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê didomîne.    DOZA NEXWEŞXANEYÊ   Malbata Şenyaşar, li ser hesabê xwe yê medya sanal hesabê Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan, hesabê fermî yê AKP'ê û Wezareta Edaletê etîket kir  û ev peyam parve kir: "Ji bo kesên ku têdigihîjin li ber deriyê edliyeyê bendemayîna edaletê çalakiya herî mezin e. Li hole heqîqet heye. Hemû rayedaran vê heqîqetê hîn kir. Dema ku doza nexweşxaneyê vebibe wê dinya kesên ku sûcê mirovahiyê pêk anîne wê di weşana zindî de bişopînin."