Li Bestayê dîmenên talanê hatin kişandin 2022-05-15 14:37:40   ŞIRNEX - Dîmenên birîna daran ku bi rojan e li Bestayê bi destê leşker û cerdevan pêk tê, hatin kişandin. Çavkaniyên herêmî, gotin ku rojane 300 ton dar tên birîn û ji bo bajaroka Sêgirkê tên veguhastin.    Di çarçoveya êrişa leşkerî de birîna daran ku li herêmên Besta, Gabar, Cudî û Çiyayê Nimêjê dest pê kiriye bênavber didome. Cerdevanên ku ji navçeya Qileban a Şirnexê û bajaroka Sêgirkê tên şandin, li herêma Tîkera di bin çavdêriya leşkeran de daran dibirin. Dîmenên ku li devera cerdevan daran dibirin hatine kişandin, talankirina xwezayê radixin ber çavan.    ÎHALEYA BIRÎNA DARAN BABAT GIRTIYE   Cerdevanên ku di êrişên herêmê de bi awayekî aktîf cih digirin, li herêma Bestayê daran jî dibirin. "Îhaleya" birîna daran a li Bestayê Mahmût Babat, Kazim Babat û Suleyman Babat girtine û ji bilî cerdevanan zextê li gel dikin ku ew bî tev li birîna daran bibin.    ROJANE 300 TON BIRÎN   Çavkaniyên herêmî, ragihandin ku li herêma Tîkera rojane 300 ton dar tên birîn. Darên ku tên birîn bi traktoran ji bo devereke nêzî bajaroka Sêgirkê tên veguhastin. Hat hînbûn ku dar li vê derê ji aliyê Mahmût Babat, Kazim Babat û Suleyman Babat ve tên firotin.