Panela Hiquq û Ziman: Divê em zimanê xwe teslîmî zarokan bikin 2022-05-15 15:41:43 AMED –  Zimanzan Zana Farqînî, di panela "Hiqûq û Ziman" de axivî û ev tişt got: "Ji bo em bikarin ziman bi parêzen divê me emanete ku dê û bavan girtiye em teslîmî zarokan bikin." Bi pêşengiya Tora Ziman û Çanda Kurdî û Platforam Zimanê Kurdî çalakiyên 15’e Gulanê Cejna Zimanê Kurdî didomin. Di çerçoveya çalakiyan de Tora Ziman û Çanda Kurdî, Komeleya Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) û Baroya Amedê, li Eyvana Konferansê ya Tahîr Elçî ya li navçeya Yenisehîr a Amedê panela, ‘Hiquq û ziman’ li dar xistin. Di panele de pankarta, “15’e Gulanê Cejna Zimanê Kudî Pîroz be" hat daliqandin. Endamê Komisyona Ziman a Baroya Amedê Elîf Birlîklî moderatoriya panelê kir û zimanzan Zana Farqînî, nivîskar Bahoz Baran û parazêr Cemîle Tûrhalli Balsak jî weke panelîst tev li panelê bûn û li ser ziman û hiqûqê nirxandin kirin.    Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, bi axaftinêk kurt vekirina panelê kir. Eren, Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û beşdarên tev lî panelê bûn silav kir.   ‘ASTA DIBÎSTANÊN DEWLETE BILIND DIBE PIŞAFTIN JÎ BILIND DIBE’   Moderetor Birlîklî piştî axaftina vekirinê ya Eren mafa axaftine da Zana Farqînî. Farqînî, dêstpêkê Cejna Zimanê Kurdî li tevahî kurdan pîroz kir. Farqînî, di axaftine xwe de bal kişand ser zext û astengiyên li ser ziman û têkoşîna li  dijî zext û astengiyan tê meşandin û bi lêv kir ku gelê kurd tevî astengiyan jî bi kovar û rojnameyan tekoşîna ziman meşandiye û ev tişt anî ziman: “Ev ziman me ji dê û bavên xwe girtiye, gelo em ê bikaribin vî emanetî teslîmî zarokan bikin. Dema asta perwerdehiya dewletê bilind dibe, pişaftin jî ewqas bilind dibe. Dema em rewşa kurdan dinêrin kesên ku bi kurdî dizanin kal û pîrên neçûne dibîstanê ne. Dema em rewşa dibistanan dinêrin her çiqas asta polan bilind dibê pişaftin jî ewqas bilind dibe.”   ‘EM Ê ZIMANÊ XWE ÇIQAS DERBASÎ ZAROKAN BIKIN?   Bi domdarî Farqînî, ev tişt gotin: “Di warê ziman de referansa min a yekemîn diya min bû. Lê niha em rewşa dayikan dinêrin, ji bavan zedêtir ziman ji bîr kirine. Ew jî polîtikayên bişaftinê li ser jinan dide nîşan. Heta em xewnên xwe bi zimanên xwe nebînin û tûjînên xwe li hemberî dewletê bi kurdî nedin ew tê wê wateyê ku em asîmile bûne. Li gorî lêkolînên UNESCO'yê, xetereyên li ser ziman yek jî ziman derbasî nifşên din dibe an na? Gelo em wek dê û bav dikarin zimanê xwe çiqas derbasî zarokan bikin?"   ‘DEWLETE Jİ BER KURDÎ MERİVEK DALIQAND’   Piştî Farqînî Cemîle Turhalli Balsak, bi zarawayê kirmançkî axivî. Balsak jî destnîşan kir ku pişaftina li ser ziman her ku diçe kûrtir dibe û ji bo ziman bê parastin jî xwedî derketinêk xurt pevîste. Balsak, bi lêv kir ku ziman nasnameya mirov e û wiha got: “Dû curayên ziman hene yek te însanan dide nasîn ya din jî te ji însanên din vediqetîne. Li gorî zagonên navnetewî mafê perwerdehiya ziman mafek bingehîne. Heke kesek bixwazê bi zimanê xwe biaxivê divê dewlet wî mafî bi cih bîne. Piştî avabûna Komara Tirkiyeyê kurdî tune hat hesibandin û dewlet li gorî polîtikayên yek netew, yek ziman, yek al tevgeriya û pişaftinê li kurdan ferz kir. Di dîroka dewletê de kurdêkî ji ber ku bi tirkî nizan bûye biryara daliqandina wî hatiye dayin. Di biryarê de hatiye gotin ku kesek bi tirkî nizanbe divê bê kuştin. Serokwezîrê Tirkiyeyê yê wê demê Îsmet Înonu jî ji bo vê biryarê ji dadger re pîrozname şandiye."   ‘DEWLET MESELEYA PIŞAFTINE DE CIDDIYE LÊ EM NE CIDDINE’   Herî dawî jî nivîskar Bahoz Baran axivî. Baran jî bal kişand ser bandora polîtikayên pişaftinê yên li ser civake û wiha got: “Bandora pişaftine li ser civakê pir belav bûye. Divê haya gel jî li ser polîtikayên pişaftine hebe û xwe berpirsyar bibîne. Divê sazî û siyaseta kurd jî girîngiyek xurt bide ziman, daxuyaniyên xwe bi kurdî bikin. Bi vî avayî em dikarin gel hişyar bikin. Divê em mafê zimanê xwe bixwe bixwazin. Lê dema em rewşa me heyî dinêrin em dewlete dixwazin yanî em parsekiye dikin. Saziyên ziman jî divê di bin banê saziyêke de bicivin û xebatên xwe bikin. Dewlet di meseleya pişaftine de pir ciddiye lê mixabin em ewqas ne ciddî ne.”   Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.