Şaredariya AKP’î konsera Dogan betal kir 2022-05-15 20:24:27   STENBOL - Şaredariya Derînce ya AKP’î konsera hunermenda kurd Aynûr Dogan betal kir. Şaredariya Derînce ya AKP’î konsera hunermenda kurd Aynûr Dogan ku da di 20’ê Gulanê de li Kocaeliyê li dar bixe betal kir. Şaredariyê li ser hesaba xwe ya Twîtterê têkildarî betalkirina konserê ev peyam parve kir: “Hat destnîşankirin ku di encama lêpirsîneke berfireh de organîzasyona konserê ya ji aliyê şîrketeke taybet a di nava sînorên navçeya me de tê lidarxistin ne guncaw e û ev konser ji aliyê şaredariya me ve hatiye betalkirin.” Gelek kesan di twîtterê de bertek nîşanî parvekirina şaredariyê dan.