Dayika Aştiyê Turkiya Îldem jiyana xwe jidest da 2022-05-15 21:01:56   MÊRDÎN - Dayika Aştiyê Turkiya Îldem, ji ber qeyrana dil jiyana xwe jidest da.   Dayika Aştiyê Turkiya Îldem (85) ku li navçeya Qoserê ya Mêrdînê dijiya, jiyana xwe jidest da. Îldem, du roj bere rakiribûn nexweşxaneyê. Hat zanîn ku Tirkan a li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin ji ber qeyrana dil jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê Îldem rakirin morga nexweşxaneyê. Piştî ku zarokên Îldem hatin Qoserê, cenazeyê wê ji morgê girtin û li Gorîstana Mezopotamyayê ya navçeya Qoserê veşartin.      Îldem, di sala 2007’an de ji bo ku kurê xwe yê tev li PKK’ê bibû bibîne çûbû Qendîlê. Piştî ku 6 saetan li Qendîê mabû di vegerê de hatibû binçav kirin. Derbarê Îldem de lêpirsin hatibû destpê kirin û di encama lêpirsînê de hatibû darizandin û bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" ceza lê hatibû birîn. Piştî cezayê lê hatibû birîn hate pejirandin di 15'ê Tîrmeha 2008'an de hate girtin û şandibûn girtîgehê. Dayika Îldem di 21'ê Adara 2012'an hatibû berdan. Îldem, heta dawiya emrê xwe têkoşîna aştî û azadiyê da.