ROJEVA 16'Ê GULANA 2022'YAN 2022-05-16 09:00:15 * Helbestvan Rênas Jiyan dibêje ku kurdan şehîd dan, hatine îşkencekirin, heqaret li wan hatiye kirin û vê pirsê dike: “Çima?” Bersiva vê pirsê jî wiha dide: “Ji ber ku em kurd bûn, ango ji ber ku zimanê me kurdî bû. Îcar em radibin bi zimanê wan dipeyivin û xwe bi zanebûna zimanê wan qure dikin. Ev nabe, ev kesayeteke xerabe û genî ye. Hema sirf ji bo vêya mabe divê em bi tirkî nepeyivin. Dewletên serdest zimanê pir êşand, divê em jî zimanê xwe neêşînin.” * Dadgeha Îstînafê, nirxand ku tevlibûna cenaze û şîna endamên rêxistinê “însanî” ye û 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê yê ji rêvebera MEBYA-DER’ê Yildiz Damla re hatibû birîn, betal kir.    * Lijneya Çavderî û Îdarî ya Girtîgehê ji Metîn Guven ê 30 sal in girtiye re pirsa “tu poşmanî” kir, berdana Guven ê bersiva “min tiştekî ku ez jê poşman bibim nekiriye” da, 3 mehan hate taloqkirin.”    * Hevserokên Bajaran ên HDP’ê, bertek nîşanî êrişên AKP’ê bi hevkariya PDK’ê dane destpêkirin dan û destnîşan kirin ku “xeta xiyanetkar” zirarê dide destkeftiyên gelê kurd.   * Rojnamevan Sinûr Rahmen Ragiyan, destnîşan kir ku serkeftina li Şengalê serkeftina li Zapê ye û wiha got: “Meseleya Şengalê ne tenê hebûnek erdnîgariyê ye. Bi taybet li ser sekinandina Şengalê, ew şêwaza fikr û felsefeya ku li Şengalê tê jiyîn e.”     * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 434'emîn de berdewam bike.   * Danişîna doza kujer ango polîsê bi navê Kazim B. ê ku Recep Hantaş kuştibû dê li Dadgeha Amedê bê lidarxistin. (09.00-17.00)   * Danişîna ewil a doza derbarê rojnamevan Sedat Yilmaz û rojnameya Yenî Yaşamê de hatiye vekirin dê li Dadgeha Bakirkoya Stenbolê bê lidarxistin. (10.15)   * HDP dê Konferansa Jinan a Herêma Çukurovayê li avahiya HDP'a Edeneyê li dar bixe. (11.00-19.00)   * Danişîna doza kujerê Pinar Gultekîn, Cemal Metîn Avci û bersûcên din dê li Dadgeha Mûglayê bê lidarxistin. (13.00)   * ARÎ-DER a li Êlihê xebatên ziman dike dê li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Êlihê şahî li dar bixe. (19.00)