Biryara Îstînafê: Tevlîbûna cenazeyê endamê rêxistinê ne sûc e 2022-05-16 09:09:58   AMED - Dadgeha Îstînafê, nirxand ku tevlîbûna  cenaze û şîna endamên rêxistinê “însanî” ye û 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê yê ji rêvebera MEBYA-DER’ê Yildiz Damla re hatibû birîn, betal kir.    Di doza lêpirsîna têkildarî Komeleya Çand Yekitî Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên bi Kesên di Xizmên Xwe Windakirine re (MEBYA-DER) ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatibû destpêkirin de  derbarê endamên wê de doz hatibû vekirin û ceza lê hatibû birîn. Cezayê keseke din ê ceza lê hatibû birîn hate betalkirin. Rêvebera MEBYA-DER’ê Yildiz Damla k udi 26’ê Hezîranê hatibû binçavkirin û piştî 3 rojan hate girtin û dûre hatibû berdan, di 3’yê Adara 2021’an de careke din hatibû binçavkirin û bi şertê kontrola edlî hatibû berdan. 6 sal 3 meh cezayê hefsê ku derbarê Yildiz Damla de hatibû birîn ji aliyê 2’yemîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Edliyeya Herêmê ya Amedê hate betalkirin.    TEV LI BÛNA CENAZE NE SÛC E   Dadgeha Îstînafê, îtîraza ku li dijî cezayê 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran bi hêcetên tev li bûna şîn û merasîmên endamên rêxistinê, qeydên deng ên telefonê û xebatên dernekê birîbû, hatibû kirin di cih de dît. Di biryarê de hat nirxandin ku ‘tev li bûna cenaze û şînan ên bi fikrên însanî hatine kirin’ bi tena serê xwe têrê sûcdariya endametiya rêxistinê nakin. Di biryarê de hate destnîşankirin ku tev li bûna cenaze û şînên endamê rêxistinê weke “xebatên rêxistinê” nayên qebûlkirin. Di biryarê de her wiha hate xwestin ku di tev li bûna şîn û cenazeyan de “fermana rêxistinê” heye yan na û li gorî “banga rêxistinê” hatiye tevgerandin an na bê lêkolînkirin.    Dadgeha Îstînafê, ji bo dosya ji nû ve were lêkolînkirin û biryareke nû bê dayîn ji 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê re şand. Di biryara bi yek dengî hatiye wergirtin de, hate diyarkirin ku bergiriya şertên kontrola edlî yên derbarê Damla de hatibûn dayîn, berdewam bikin.