Apê Şêx bi kilaman komkujiya Bêzar nade jibîrkirin 2022-05-16 11:32:31   SEMSÛR - Şeyho Karadaglı (Apê şex) ku li Semsûrê dijî, Komkujiya Bêzar a beriya 28 salan bi bombardûmana kîmyewî pêk hat û 28 ciwan têde hatin kuştin, bi kilamên xwe nade jibîrkirin.    Bêzar navê çiyayeke li Semsûrê ye û di 17 ê gulana 1994'an de lê komkujiyeke mezin pêk tê. Di vê komkujiyê de 28 ciwan hatin kuştin. Di 16'ê gulana 1994'an de ji Meletî û Semsûrê 22 xwendakaran berê xwe dan Çîyayê Bêzar û xwestin tev li nav refên PKK'ê bibin. Ciwanên ku tenê şevekê li Çiyayê Bêzar man roja din derdora wan ji aliyê leşkeran ve hat dorpêçkirin. Ji bo rizgarkirina ciwanan 6 endamê PKK şer kirin û jiyana xwe ji dest dan. Cihê ku ciwanên bêçek lê hatibûn cemhev bi çekên kimyewî ku ji helîkopteran hatin avêtin hat bombabarankirin û 22 ciwan jiyana xwe ji dest dan.    Piştî komkujiyê cenazeye ciwanan birin Qereqola Semsûrê û wan şewitandin. Malbatên 11 ciwanan cenazeyê xwe girtin û cenazeyên mayî jî li navenda Semsûr li Goristana Karapinar bi awayekî komî hatin veşartin. Niha li gora komî navê 28 ciwanan û nivîsa "Em bi qasî ku di oxira wê de bimirin jî jiyanê hez dikin" nivîsandiye û ji bo gelê Semsûrê bûye birdariyek. Gelê Semsûrê di cejn û salvegera komkujîyê de gora komî ziyaret dike û ciwanan bi bîr tîne.    LI HEMÛ CENAZEYAN DINÊRE   Di nav 28 salan de li ser komkujiyê gelek stran û helbestan hatin çêkirin. Şeyho Karadagli (Apê şex) yê 84 salî jî li ser ciwanan stranan dibeje û dixwaze wan nede jibîrkirin. Apê Şêx dema ku komkujî pêk tê diçe ser cenazeyê ciwanan û yek bi yek li cenazeyê wan mêze dike. Apê Şêx di nav cenazeyan de li kurê xwe Alî ku berî komkujiyê salekê tev li PKK bûyî digere. Apê Şêx ji wê demê ve heta niha 29 sal in tu agahî ji kurê xwe nagire.    'WE DI DÎROKÊ DE CIH BIGIRE'    Apê Şêx anî ziman ku ticarî komkujiya Çîyayê Bêzar ji bîr nake û wiha got: "Ciwanên bêçek bi çekên kîmyewî kuştin. Piştî ku komkujî çêbû ez çûm qereqole. Min yek bi yek li cenazeyên ku hatibûn şewitandin mêze kir. Gelek kesên hatibûn kuştin gundiyê me bûn, nasê me bûn." Apê Şêx ku ji bo ciwanan nede jibîrkirin di kilamê xwe dê qala komkujiyê dike û ev got: "Ew komkujî ji bo gelê herêmê heqaretêkê mezin bû. Ji bo ku em vê komkujiya mezin nedin jibîrkirin çi ji destê me were em ê bikin. Wê ev komkujî di rûpelên dîrokê de cihê xwe bigire. Herdem li dijî kurdan komkujî çêbûne. Di vê komkujiyê de çekên bi kimyewî hatin bikaranîn."   'BERXWEDAN JIYANA'    Apê Şêx bi bîr xist ku Tirkiyeyê di êrişen xwe yên ku bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (KDP) di 17'ê Nîsanê de li dijî Herêma Kurdistanê da destpêkirin de jî çekên kîmyewî bi kar tîne û ev tişt anîn ziman: "Em malbata Barzanî şermazar dikin. Komkujî ne qedera kurdan e. Dema hêza ku li ber xwe didin tune bikin wê dor were malbata Barzanî jî. Bi sedan salan e kurd tune hatine hesibandin. Bi têkoşînê kurdan got em hene. Me tu carî kurdbûna xwe înkar nekir. Nikarin bi komkujiyan kurdan tune bikin. Berxwedan jîyan e."   DILEMIN LIYAN E   Kilama ku Apê Şêx ji bo komkujiya Çîyayê Bêzar nivîsandiye û dibêje beşek jê wiha ye:   “… Li bajarê Semsûrê li çiyayê Bêzar dilimin liyan e keko liyan e Derdê min derdekî giran e derdê mim derdê şehîdan e Bajarê Semsûrê çîyayê bêzar bişewite Mala dewletê bişewite ne dîne ne îman e Kîmyasalê avêtine 28 ciwanan e cenaze wan avêtine qereqolan e Seba pisgireka kurmancî ye Derdê min derdekî giran e Şerê çiya doşek kirine erd yorgana wan ezman e Her tişt ji bo azadiya Kurdan e …”   MA / Emrûllah Acar