Kujerê Kultur karmendê dewletê ye û têkiliyên wî bi AKP'iyan re hene 2022-05-16 12:23:39   ŞIRNEX - Derket holê ku kujerê Sakîne Kultur Serokê Ocaxên Tevgera Taybet a Şirnexê Îbrahîm Barkin, li Îdareya Tatybet a Bajar a Şirnexê weke personelê qadê dixebite û xizmê Serokê şaxên Komeleya Tevgera Neteweyî ya Bekayê yên Şirnexê û Cizîrê Halîd Barkin e.    Li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê, jina bi navê Sakîne Kultur (40) di 13’ê gulanê de bi îşkenceyê hat kuştin û cenazeyê wê li ser rêya çemê Bêspinê yê bajaroka Tilqebînê ji hêla ajokarekî qamyonê ve hat dîtin. Di çarçoveya lêpirsîna ku derbarê kuştina Kultur de hatibû vekirin de Serokê Ocaxên Tevgera Taybet a Şirnexê Îbrahîm Barkin, Yûnûs Kultur û Haci Kultur hatibûn binçavkirin. Serokê Ocaxên Tevgera Taybet a Şirnexê Îbrahîm Barkin, li dadgehê li xwe mikûr hat Kultur bi îşkenceyê kuştiye. Li ser vê mikûrhatinê kujer Barkin hat girtin û  hate girtin û Yûnûs Kultur û Haci Kultur bi şertê kontrola edlî hatin berdan.    Hat hînbûn ku Barkin di nav 4 sal in dawî de bi awayekî sîstematîk gelek caran bi gefxwarin û şantajê Kultur tacîz kiriye û îşkenceyên giran lê kiriye.    TÊKILIYÊN BARKIN   Derket holê ku têkiliyên kujer Îbrahîm Barkin bi hêzên paramîlîter û rayedarên AKP’ê re hene û li saziyên dewletê dixebite. Barkin ku li bajara weke AKP'î tê nasîn, di parvekirinên wî yên li ser medya sanal de wêneyên wî yên bi Midurê Şaxa Kirariya Cerdevanan a Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan Albay Seydî Salman, Serokê Eşîra Alan a Wanê û Şaredarê Şaxê yê AKP'î Abdûrahman Şeylan, Serokê Navçeya Partiya Pêşerojê Nîzar Okten, Serokê Ocaxa Osmaniyan a Şirnexê Hakan Tatar, Midûrê Têkiliyên Civaka Sivîl a Şirnexê Mûstafa Guner re hene.    Her wiha derket holê ku Barkin xizmê Serokê şaxên Komeleya Tevgera Neteweyî ya Bekayê yên Şirnexê û Cizîrê Halîd Barkin e û personelê qadê yê Îdareya Taybet a Bajar a Şirnexê ye û muçe digire. Komeleya Tevgera Neteweyî ya Bekayê ji hêla parlemeterê berê yê AKP’ê Metîn Kulunk ve hatiye avakirin û serokê wê yê Şirnexê Halît Barkin nêzî Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû ye û bi gendeliya ku kiribû tê nasîn. Di vê gendeliyê de Barkin bi qasî 4 milyon TL çirpandibû.    OCAXÊN TEVGERA TAYBET   Piştî hewldana 15’ê Tîrrmeha 2016’an ji hêla AKP û MHP’ê rêxisitinkirina hêzên paramîlîter hat pêşxistin. Di vê çarçoveyê de gelek weqf, ocax û teşkilat hatin avakirin. Ocaxên Tevgera Taybet jî yek ji wan e. Ev ocax ji hêla Cebraîl Demîr ku niha Serokê Giştî yê ocaxê ye ve hat avakirin. Di sala 2018’an de li Meletiyê Cebraîl Demîr û parlemeterê berê yê AKP’ê Metîn Kulunk wêne parve kiribûn. Metîn Kulunk jî bi têkilî û nêzikbûna xwe ya bi Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû tê nasîn. Di çavkaniyên vekirî de derbarê ocaxê de tu agahî tunene. Tê angaştkirin ku navenda vê ocaxê li Trabzonê ye.   GIRÊDANA BI SADAT’Ê RE   Her wiha hat zanîn ku Îbrahîm Barkin, berê Serokatiya Ocaxên Osmaniyê jî kiriye. Tê angaştkirin ku Ocaxên Osmanî, Tevgerên Taybet a Gel, Ocaxên Tevgerên Taybet rast e rast girêdayî SADATê ne ku çend roj berê Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû gotibû "teroristan hildiberîne".