Onlu: Yên ku lanetê li Îsraîlê barandin, heman lanete li Dêrsimê nîşan dan 2022-05-16 12:30:05   DÊRSIM - Parlamenter Alîcan Onlu diyar kir ku xelkê Dêrsimê xwedî li cenazeyê Aysel Dogan derket û got: “Yên ku lanete li helwesta Îsraîlê dibarandin, heman lanetê li Dêrsimê dan nîşandan.”    Merasîma cenazeyê siyasetmedara kurd Aysel Dogan ku ji Elmanyayê şandin Dêrsimê bi êrişa polîsan re rûbirû mabû. Polîsan bi ava şid û tundî êriş birin ser merasîmê. Tevî hemû astengiyan jî xelkê Dêrsimê xwedî li cenaze derket û parlamenterên HDP’ê û ferdên malbatê cenaze li Goristana Asrî ya Dêrsimê veşartin.    Parlamenterê HDP’ê yê Dêrsimê Alîcan Onlu ku beşdarî merasîma cenaze bû û ji êrişan re bû armanc tiştên qewimîn ji ajansa me re nirxand.  ‘EW JINEK BERXWEDÊR BÛ’    Onlu diyar kir ku tevî hemû êrişên polîsan jî girse xwedî li cenazeyê Aysel Dogan derket û wiha got: “Ruhek wê hebû, berxwedêr bû. Temenê xwe da ber têkoşîna azadiya Kurdistanê. Terzek têkoşîna wê hebû, tu carî paşde gav neavêt. Yeka serhêldir bû. Divê em jî wek gel xwedî li wan nirxên wê derketina û em xwedî li cenazeyê wê derketina. Ev yek li gorî wê bû. Çimkî heval Aysel bi vê terzê xwedî li hevalên xwe derket. Em vê xwedîderketina li cenazeyê heval Aysel jî pîroz dikin.”   ZÎNIYETA YEZÎD Û MUAVIYE    Onlu destnîşan kir ku di kêliya êrişa li dijî cenaze de du rewş derketin holê û wiha got: “Gel xwedî li nirxên xwe, têkoşîna xwe, şehîdên xwe, ziman û çanda xwe derket. Aliyê êrişkar ango polîsan jî raboriya xwe nîşan dan. Extiyarên me tim dibêjin, ‘Ji Kerbelayê û vir ve Yezîdek û zîhniyeta Muaviye heye’. Nêzîkatiya ku li hemberî cenazeyê heval Aysel jî hat nîşandan, mîrateya wê zîhniyetê ye. Ev zîhniyet bi awayek aktuel xwe wek Qesrê û wezîrê karên sûc nîşan dide.”    BERSIVA DA SOYLU    Onlu bersiva twîta Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu derbarê merasîma cenazeyê Aysel Dogan de belav kiribû da û got: “Belê rast e, heval Aysel mirovek çiyayî bû. Heval Aysel evîndarê çiya, dîrok, ax, ziyaret, çand, ziman û her tiştê xwe bû. Ew wekî Soylu nirxên xwe nefirotibû, tune nehesibandibû, nebûbû îktidar. Wê nirxê xwe û kesayeta xwe nefirotibû. Kesayetek wiha bû.”   ‘YÊN ÎSRAÎL LANET KIRIN, HEMAN TIŞTÎ KIRIN’    Onlu êrişa li dijî cenazeyê rojnamevana Filistînî Şirin Ebu Akile ku ji aliyê leşkerên Îsraîlê ve pêk hat bi bîr xist û wiha axivî: “Bi rojane li ser cenazeyê ku rastî êrişa leşkerên Îsraîl hatiye tê axaftin. Yên ku lanetê li êrişa dijî cenazeyê li Filistînê dibarînin û wek terorîzmê pênase dikin, heman lanet û terorîzê li vir (Dêrsim) nîşan dan. Çimkî zîhniyeta wan eynî ye. Ew jî dagirker in, nirxan tune dihesibînin û dest datînin ser her tiştî. Yên ku lanetê li leşkerên Îsraîlê dibarînin, lê êrişa li dijî cenazeyê Aysel Dogan ji nedîtî ve tên. Ev durûtî ye.”    MA / Cengîz Ozbasar