Malbata Şenyaşar: Bila fezlekeya Yildiz ê AKP'î ji meclisê re bê şandin 2022-05-16 13:41:39   RIHA - Ferît Şenyaşar, diyar kir ku Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz kuştina bav û birayên wî ya li nexweşxaneyê plan kiriye û ev tişt got: "Em dixwazin ku derbarê doza nexweşxaneyê de demildest fezlekeya parlamenter ji meclisê re bê şandin."   Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê di roja 434'an de berdewam dike. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar, di saetên serê sibehê de hatin ber edliyeyê û dest bi nobeta xwe kirin. Ferît Şenyaşar, derbarê nobeta wan de axivî û ev tişt gotin: "Li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê komkujiyeke organîzekirî pêk hat. Em ji roja destpêkê ya nobeta xwe ve vê dibêjin. Piştî 4 salan kekê parlamenterê ku komkujî organîze kir hat girtin. Kesên ku komkujî organîze kirne 2 kes in. Yek ji van kekê Parlamenter Îbrahîm Halîl Yildiz e û yek jê jî Yildiz e. Di binçavkirina dawîn de şêwirmendê parlamenter jî di îfadeyên xwe de vê dibêje; kesê me aresteyî nexweşxaneyê kir palamenterê me bû. Em bi arestekirina wî çûn nexweşxaneyê'. Ev li xwe mikurhatin e."   Şenyaşar, bang kir ku fezlekeya Yildiz demildest radestî meclisê bê kirin û got ku heta edalet pêk bê wê nobeta xwe bidomînin.   'WÊ FEZLEKE DI DEMEKE NÊZ DE BÊ'   Malbata Şenyaşar, li ser hesabê xwe yê medya sanal hesabê meclisê yê fermî etîket kir û ev parvekirin kir: "Nobeta me ya edaletê di roja 434'an de berdewam dike. Yek ji organîzatorê kokmkujiyê hat girtin. Yek jê jî hê li meclisê ye ku wê di demeke nêz de fezlekeya wî biçe meclisê."